NCDK li Creîl, Evry û Hîldesheîmê kongre pêk anî

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li banliyoyên Evry û Creîl ên Parîsê û li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê kongreyên xwe pêk anî.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li banliyoyên Evry û Creîl ên Parîsê û li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê kongreyên xwe pêk anî.

CREÎL 

Meclîsa Gel a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Creîlê, kongreya xwe ya sêyemîn pêk anî.

Kongre li avahiya komeleyê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd dest pê kir.

Di kongreyê de xebatên salekê hatin nirxandin û pêşnûme biryara ji bo sala nû di encama dengdanê de hat qebûlkirin.

Di kongreyê de endama Tevgera Jinên Kurd li Fransayê Zozan Serhat û hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê Vedat Bîngol axivîn.

Piştî ku meclîsa nû ya ji 35 kesan hat avakirin, Makbûle Guzel Çelîk û Azmî Guven ji bo Hevserokatiyê hatin hilbijartin. Kongre bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.

EVRY 

Li banliyoya Evry a paytexta Fransa Parîsê, Meclîsa Ciwanan a Şehîd Zinar Raperîn kongreya xwe ya duyemîn lidar xist.

Di kongreyê de rewşa dawî ya xebatên ciwanan hat nirxandin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên dema bihurî, biryar hatin girtin.

Beşdarên kongreyê gotin, "Divê karê sereke yê ciwanên Kurd ên li Ewropayê, xebatên ji bo azadiya Rêberê me bin. Weke ciwanên Kurd, li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst divê em her roj li qadan bin."

Di kongreyê de meclîsa nû ya ji 20 kesan û hevserok hatin hilbijartin. Kongre bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe ya 4. a Asayî lidar xist.

Kongre bi beşdariya 105 delegeyan bi şiyara "Em ê bi teqezî bi ser bikevin, ji ber ku me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî biqedînin" li lokala DBG-Hasûsê pêk hat. Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Di encama kongreyê de meclîsa nû ya ji 52 kesî hat hilbijartin. Hayat Donma û Alî Kocademîr jî bûn Hevserokên Meclîsê.