NCDK ên li Elmanyayê kongreyên xwe li dar dixin

Li bajarên Bergheim û Mönchengladbach ên Elmanyayê, kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin lidarxistin.

Li bajarên Bergheim û Mönchengladbach ên Elmanyayê, kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin lidarxistin.

BERGHEIM: Kongreya li bajarê Bergheimê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Efrînê dest pê kir. Piştre rewşa dawî ya siyasî hate nirxandin û hate gotin, "Kurdistan bi Lozanê parçe kirin. Ziman, çand û baweriya Kurdan li Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê qedexe kirin. Kurd êdî vê siyaseta ku bi Lozanê re li ser wan tê ferzkirin qebûl nakin." Di kongreyê de meclîsa ji 23 kesan hate hilbijartin û Güner Güngör û Hatice Yalçın bûn hevserokên meclîsê.

MÖNCHENGLADBACH: Li bajarê Mönchengladbachê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe ya çaremîn pêk anî. Rêveberiya nû hate hilbijartin û rêveberiyê diyar kir ku wê bi ruhê Berxwedana Serdemê bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. Di kongreyê de komîsyonên nû û hevserok hatin hilbijartin.