NCDK a Hannoverê lokaleke nû ji xwe re vekir
Li bajarê Elmanya Hannoverê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCKD) bi merasîmeke fermî lokala nû vekir.

Di merasîma vekirinê de tevî bi sedan Kurdistaniyan, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û şexsiyet amade bûn.
Axaftina vekirinê li ser navê navendê, Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Devrîm Alp û endamê Meclîsê Naîl Guneş ve hat kirin.
Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç jî di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser berxwedana xwerêveberiyan û êrîşên faşîzma AKP'ê.
Nûnerên saziyan ên tevlî merasîmê bûn jî axivîn û dan zanîn, ku ew li cem berxwedana gelê Kurd in. Piştî axaftinan xwarin li beşdaran hat belavkirin. Merasîma vekirinê bi bilûr û muzîka hunermend Dewran bi dawî bû.