Nawda li Bremenê hate bîranîn

Pitika Kurd a 18 mehî Nawda ku li ser sînorê Belçîkayê hate kuştin, li bajarê Bremen ê Elmanyayê hate bîranîn.

Ji bo Nawda ya 18 mehî ku ji ber polîsên Belçîkayê li ser sînor jiyana xwe ji dest da, li ber HBF a bajarê Bremen ê Elmanyayê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Çalakî ji aliyê rêxistinên piştevan û ciwanên çepgir ve hate organîzekirin. Çalakeran bi hezaran belavok li ser mijarê belav kirin û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Nûnera rêxistinên ciwanên çepgir Anna Schroeder daxuyanî da û got, "Ji ber polîtîkaya faşîst a welatên Ewropayê ya li ser penaberan, keça Kurd a 2 salî Nawda jiyana xwe ji dest da. Em ji vê derê bang li hemû siyasetmedar û welatiyên Ewropayê dikin; ji bo darizandina kujeran çi ji destê we tê bikin. Em êdî naxwazin nûçeyên li ser kuştina jin û zarokan bibihîzin. Ji bo bûyerên bi vî rengî yên giran careke din rû nedin, em her roj dakevin qadan û welatên Ewropayê rexne bikin. Ji ber ku berpirsyar ew in."