Navenda NY a li Viyanayê hat dagirkirin

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, avahiya Navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) a Viyanayê hat dagirkirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Viyanayê danê vê sibehê hat dagirkirin.

Tevî tedbîrên tund ên ewlekariyê jî çalakger ketin hundirê avahiyê û wêneyên mirovên di êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan, wêneyên xaniyên ji ber van êrîşan xera bûn û pankartên bi nivîsa "Terorîst Erdogan", "Ewropa bêdeng e, Tirkiye qetil dike" hilgirtin. Kurdistaniyên li dijî dewleta Tirk dirûşmê diqîriyan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û ala PKK'ê vekirin.

Kurdistaniyan bi rayedaran re hevdîtin kirin û ji bo vekirina korîdora alîkariyê ya lezgîn a ji bo 'jêrzemîna wehşetê' ya li Cizîrê bang li rayedaran kirin, ku bikevin nava tevgerê. Kurdistaniyan ji bo rakirina dorpêçî û bidawîkirina komkujiyan dosyayek pêşkêşî rayedaran kirin û daxwazên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilêv kirin.

Rayedarên dosya wergirtin soz dan ku ew ê dosyayê lêkolîn bikin û gavên pêwîst biavêjin. Li ser vê yekê çalakî bi dawî bû.