Navenda Çandî û Civakî ya Newrozê li Beyrûdê hate vekirin
Navenda Çandî û Civakî ya Newrozê li Beyrûdê hate vekirin
Navenda Çandî û Civakî ya Newrozê li Beyrûdê hate vekirin
Welatiyên Kurd ên li paytexta Libnan Beyrûdê dijîn duh bi merasîmekê Navenda Çandî û Civakî ya Newrozê vekirin. Di merasîmê de nûnerên rêxistinên Filistînî û Ermenî, nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) û bi dehan welatiyên Kurd, amade bûn.
Ji bo vekirina navenda Newroz welatiyên Kurd ên Libnanê beriya salekê daxwazeke fermî ji aliyên fermî yên Libnanê re şandibûn û piştî wergirtina nameya erêkirinê duh Komîteya Amadekar a ku ji bo vekirina Navendê hatibû avakirin merasîmek li dar xist.
Merasîm bi vekirina deriyê navendê ji aliyê malbatên têkoşeran ve destpê kir. Piştre li ser navê Komîteya Amadekar a ku ji bo vekirina Navendê axaftinek hate kirin. Di axaftinê de hate diyarkirin ku Navenda Newroz wê girîngiyê bide belavkirin û pêşxistina çanda Kurdî û bi gelên din ên li Libnanê dijîn têkildar be, her wiha wê çalakiyên hunerî, çandî û dewreyên perwerdeyê û yên zimanê Kurdî bên orgenîzekirin
Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dawî bû.