Navê polêsê li Ethem da, li ber destê dozgeriyê ye

Navê polêsê li Ethem da, li ber destê dozgeriyê ye

Navê polêsê ku di 1'ê Hezîranê de li Qada Kizilayê gule berda serê Ethem Sarisuluk, piştî 17 rojan Muduriyeta Emniyetê radestî dozgeriyê kir.

Piştî fermana 15'ê Hezîranê ya dozgerê lêpirsînê dimeşîne Velî Dalgali, Muduriyeta Şaxê Asayîşê ya Emniyeta Enqerê, agahiyên nasnameya polês mijara gotinê û çeka di dema bûyerê de bikar anî, radestî dozgeriyê kir. Çek wê di lêkolîna blastîk de were derbas kirin û diyar bibe ka fîşek ji serê Sarisuluk hatiye derxistin, ji vê çekê derketiye yan na.

Hat hînbûn, ji bo lêkolînkirina balîstîk wê dozger vê çekê bide Tipa Edlî yan jî Jendermeyan. Sedema ku çek ji emniyetê re nehatiye şandin jî ew e, ku gumanbar polêseke.