Navê binçavkiriyên li Enqerê diyar bûn
Navê binçavkiriyên li Enqerê diyar bûn
Navê binçavkiriyên li Enqerê diyar bûn
Di operasyonên hevdemî yên li Enqerê de, 30 kes hatin binçavkirin û biryara veşartî li ser dosyayê hat danîn.
Bi hinceta dijwariya polêsan a li dijî berxwedêrên Parqa Gezî şermezarkirine, polêsên TEM li Enqerê li dijî 26 malan operasyona hevdemî ya serdegirtinê pêk anî. Di serdegirtinên malên endamên Halkevlerî, ESP, BDSP û Odak de nêzî 30 kes hatin binçavkirin.
Ji parêzerên Komeleya Huqûqnasên Hemdem Teoman Ozkan agahî da ANF'ê û diyar kir ku li ser dosyayê biryara "veşartî" hatiye danîn û li binçavkiriyan hatiye qedexekirin ku di nava 24 saetan de parêzerên xwe nebînin. Parêz Ozkan navê hin binçavkiriyan eşkere kir: "Alî Yilmaz, Gîzem Bayram, Can Delîdûman, Huseyîn Arlier, Îbrahîm Akyol, Bîrkan Sabast, Îrfan Taban, Can Eroglû, Şahîn Îmga, Hakan Keskîn, Cevahîr Ozkan, Gulşah Ozturk, Akin Can, Osman Nûrî Orhan, Soner Temel, Yoldaş Aydin, Hîkmet Tanil, Erdal Kozan û Ûmût Bîlgen ê temenê wî di bin 18 salî de ye û du kesên li Dîkmenê li karavaneyekê hatin binçavkirin, ku navên wan nehat zanîn."