NAV-DEM û YJK-E’yê banga tevlîbûna çalakiya li Strasboûrgê kir

NAV-DEM û YJK-E’yê banga tevlîbûna ji bo çalakiya rûniştinê ya roja Dûşemê li pêşiya avahiya CPT û KE a li Strasboûrgê kir.

Hevserokatiya NAV-DEM’ê bi daxuyaniyeke nivîskî banga tevlîbûnê ji bo çalakiya roja Dûşemê ya li bajarê Strasboûrg a Fransa were lidarxistin kir.

Daxuyanî wiha ye;

“NAV-DEM (Navendên Civaka Demokratîk a Kurd yên li Elmanyayê) bi armanca protestokirina tecrîd û zextên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah, gelê Kurd li pêşiya avahiya Konseya Ewropa û CPT ya li bajarê Strasboûrg a Fransayê çalakiya rûniştinê ya bêdem dide destpêkirin. Çalakî wê di roja 23.10.2017’an de roja Duşemê seat 11:00’an de bi tevlîbûna gelek nûnerên sazî û girseya gel wê bi daxuyaniya çapemeniyê dest pê bike.

Ji ber tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nûçeyên dawî yên têkildarî  ewlehî û tenduristiya wî, Kurdistanî li her dera cihanê û hemû bajarê Elmanyayê her roj, her seat bê navber çalakiyan li dar dixin.

Kurd wê li pêşiya avahiya Konseya Ewropa (KE) û Komîteya Pêşîlêgiritina Êşkenceyan (CPT), di 23.10.2017 roja Duşemê de kom bibin û bi tevlîbûna girseyî wê mîtîngek were lidarxistin.  Em hemû meclîsên xwe û pêkhateyên NAV-DEM’ê vedixwînin mîtînga li Strasboûrgê.”