NAV-DEM: Sibe ji bo her kesî roja Efrînê ye!

NAV-DEM’ê ji bo roja Efrînê bang kir ku sibe her kes li çalakiyan be.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NAV-DEM) a Elmanya ji bo çalakiyên ji bo Efrînê yên sibe daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Em bang li her kesî dikin ku li kûderê dibin bilia bibin sibe tevlî çalakiyên 24’ê Adarê, Roja Cîhanê ya Efrînê bibin’’ û bi domdarî hate gotin, ‘Em berxwedaniya bi lehengî ya  Tevgera Azadiya Kurd, PYD, YPG, YPJ û hêzên welatparêz û enternayonalîst ku têkçûnên mezin 2 mehan bi mezintirîn artêşa NATO’yê ya duyemîn dane jiyîn slav dikin.’’

‘EM Ê LI DIJÎ ERDOĞAN BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin, bêdengnema li dijî êrîşên dewleta Tirk ku di şexsê Efrînê de li dijî gelên Kurdistanê dike, ‘peywir û berpirsyariyeke însanî, exlaqî, wijdanî ye’ û hate gotin Kurdistanî, Tirkiyeyî, Asûr-Sûryan, Ermen, Êzîdî, Elewî, Xiristiyan, Misilam, pêşverû û demokrat li dijî Erdoğan li ber xwe didin û ‘’Li dijî dîktatoriya Erdoğan li hemû cîhanê em ê berxwedanê geş bikin û li Efrînê xwedî derbikevin.’’

HELWESTA LI DIJÎ DEWLETAN Û BANG

Di daxuyaniyê de têkiliyên bazirganiyê û  bazirganiya çekan a dewletên empertalîst, di serî de YE, DYA, Rûsya, Ingilîzû Elmanya yên bi Tirkiyê re hatine destnîşanikrin û hate gotin ev destek desthilatdariya Tirk hartir dike. Hate xwestin ku Elmanya demildest desteka xwe ya bi mebesta dirêjkirina temenê Erdoğan vekişîne û li ser renge berxwedana Efrînê hate gotin, ‘’Berxwedaniya Efrînê, li dijî taritiya Serdema Navîn, Berxwedana Serdemê ye ku berevaniya nirxên mirovahiyê dike.’’

 ‘EM SEFERBER BIBIN’

NAV-DEM’ê di dawiya daxuyaniya xwe de got: ‘’Divê sibe tevlêbûna li çalakiyên ji bo Efrînê xurt bibin. Divê ji bo Efrînê em seferber bibin û her deverê bikin Efrîn, her deverê bikin qada berxwedanê.’’