Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

NAV-DEM’ê zexta li ser komeleya Kurd a Bîelefeldê şermezar kir

NAV-DEM’ê zexta polîsên Elman a li ser komleya Kurd a Bîefeldê şermezar kir û got êrîş bi hevkariya dewleta Tirk tê kirin.

Polîsên Bîefeldê îro bi ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de û malên 5 rêveberên wê de girt û bi rengekî kêfî dest li ser hin ewraq, sembolan danî. Li ser vê NAV-DEM’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ev êrîşa polîsên Elman şermezar kir û got ev polîtîkayên navendî yên dewleta Elman ne qut in.

NAV-DEM’ê her wiha têkiliyên gemarî ên di navbeyna dewleta Tirk û Elman de destnîşan kir û diyar kir li ser van têkiliyan êrîşê bi ser Kurdan de tînin lê ev êrîş wê ti encamê bi xwe re neyinin, ‘’Polîtîkaya zextê û astengkirinê ya li ser saziyên Kurdan her ku diçe bêhna Kurdan tengtir dike.’’

NAV-DEM’ê bi berdewamî bang li gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk kir ku li rex navendên civaka Kurd rawestin.