NAV-DEM'ê qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

NAV-DEM'ê mirovên li Sêwasê bi rengekî hovane hatin kuştin bi bîr anî û diyar kir ku armanc ji komkujiyên li Mereş û Sêwasê ew bû ku têkiliya Elewiyan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji hev bibirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Elmanyayê (NAV-DEM) bi wesîleya salvegera Komkujiya Sêwasê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn û hate gotin, "Em salên 1990'î bînin bîra xwe... Bi ya we, ji wê rojê û vir ve çi hatiye guhertin?

Dibe ku hêzên Tirk-Îslamî yên faşîst wê wextê ne desthilatdar bûn, lê belê nêrîna wan li ser desthilatdariyê bû.

Di ser komkujiya Mereşê re panzdeh sal derbas bûbûn. Ji wan hebû ku çavê gelê me yê Elewî yê welatparêz ditirsandin. Armanca wan ew bû ku têkiliya navbera Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û civaka me ya Elewî bibirin.

Komkujiya Sêwasê kete şûna ya Mereşê. Faşîzma Tirk ku xwe bi rengê paşverûtiya kesk boyax kir, yên ne ji xwe ne dikuje. Desthilatdar diguherin, lê belê rewşa me ku 'welatiyên di rêza duyemîn de ne' naguhere. Bi yekîtî û têkoşînê pêşî li vê dikare were girtin.

Rêya rizgariya ji vê yekê bi dîtina bingeha nîjadperest-mezhebperest a dewleta heyî ye. Dema ku me têkiliyên xwe bi sîstema genî qut kir, em ê hingî rizgar bibin.

Dewleta Tirk a ku bi komkujî û zordariyê tevdigere, diqede."