NAV-DEM'ê ji bo Newroza Hannoverê agahî da û bang kir

NAV-DEM'ê ji bo Newroza navendî ya li Hannoverê ku wê sibe bê lidarxistin, agahî da û banga tevlîbûnê kir.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) li ser Newroza sibe ya li bajarê Hannover ê Elmanyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser komkujiyên ku tifaqa AKP-MHP-DAÎŞ-El Nûsra li Efrînê dike û hate destnîşankirin ku gelê Kurd divê tevî dostên xwe bi ruhê seferberiyê li dijî êrîşên topyekûn li ber xwe bidin.

NAV-DEM'ê got, "Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê wê bi berxwedana xwe ya bi rûmet û bi heybet van planan ji hev bixîne. Gelê Kurd wê nîşanî dost û dijminan bide ku li ber mêtinger û qirkeran serî natewîne."

'BERXWEDANA EFRÎNÊ WÊ DESTKETIYÊN MEZIN BIAFIRÎNE'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku berxwedana Efrînê ji têkbirina planên qirkirinê yên AKP-MHP'ê wêdetir wê destketiyên mezin jî biafirîne û hate gotin, "Efrîn wê bi berxwedana rûmetê û pîroz a milîtanên xwe yên YPG/YPJ'ê bi ser bikeve."

'BÊ NAVBER DIVÊ EM ÇALAKIYAN BIKIN'

NAV-DEM'ê ji Kurdên li Ewropayê xwest ku bi ruhê yekîtiya neteweyî rabin serhildanê û bi bîr xist ku çalakiyên ji bo Efrînê bandoreke erênî li qada navneteweyî dikin. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo em Ewropa, Amerîka, Rûsya û welatên din bixin nava liv û tevgerê, divê em bi rengekî bê navber çalakiyên xwe hê bi xurtî bikin."

NAV-DEM'ê got, "Bi gotina fermandarê mezin Çiyager; dema berxwedana bi heybet e. Newroza 2018'an wezîfe û berpirsyariya berxwedaneke dîrokî daniye ber me."

HELEBÇE

Di daxuyaniyê de bi wesîleya Komkujiya Helebçeyê hemû cangorî û qurbaniyên komkujiyê hatin bîranîn û hate destnîşankirin ku di navbera dîktatoriya Saddam û ya Erdoğan de ti ferq nîne.

AGAHDARÎ Û BANGAWAZÎ

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo Newroza 17'ê Adarê (sibe) ya li bajarê Hannover ê Elmanyayê hate gotin, "Ji bo Newroza mezin a 17'ê Adarê ya li Hannoverê, em bang li her kesî dikin ku tevî malbata xwe tevlî bibin; jin, ciwan, extiyar, zarok her kes bi kincên xwe yên gelêrî li qadê bin."

NAV-DEM'ê ragihand, saziyên ku dixwazin standên agahdarkirinê li qadê vekin, divê serî li Komîteya Newrozê bidin.

CIHÊN KOMBÛNÊ HATIN GUHERTIN

Di daxuyaniyê de hate gotin ku cihên kombûna girseya gel hatiye guhertin û ji bo cihên nû yên kombûnê ev agahî hate dayin:

"Newroz wê bi rengê meşê ji du baskan bê pîrozkirin.

1. Baskê Sor (Fösse Str. (Küchengarten) 30351 Hannover Saet 9:30'î dest pê dike. (Bakurê Elmanyayê)

2.Baskê Kesk: (Am Schützenplatz) 30169 Hannover saet 09.30'î dest pê dike. (Başûrê Elmanyayê û NRW)

3- Cihê ku otobus piştre lê bisekinin: Friedrich-Wilhelm-Frickeweg."