NAV-DEM'ê ji bo meşa li dijî qanûna polîsan bang kir

Hevserokên NAV-DEM'ê bi bîr xist ku hikumeta Eyaleta NRW hewl dide qanûneke nû ya polîsan derxîne û diyar kir, ji bo şermezarkirina vê yekê wê roja Şemiyê meşek bê lidarxistin. NAV-DEM'ê ji bo meşa li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir.

Qanûna nû ya polîsan ku hewl tê dayin bê derxistin, rê li ber nerazîbûnan vekir. Hevserokên NAV-DEM'ê li ser Qanûna Wezîfeya Polîsan a Nû ya NRW'ê daxuyaniyeke nivîskî dan û diyar kirin ku nêzî 100 rêxistin wê li Dusseldorfê xwepêşandanekê li dar bixin û vê yekê şermezar bikin.

Di daxuyaniyê de serdegirtinên dema dawî yên li Elmanyayê hatin bibîxistin û hate gotin, li Elmanyayê zextên li ser saziyên Kurdan ên demokratîk, aktîvîstan, rêxistinên demokratîk ên koçberan, saziyên şoreşger ên Tirkiyeyî, mirovên pêşverû, şoreşger, antî-faşîst û aştîxwaz ên Elman zêde bûne.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku hikumeta Eyaleta NRW'ê bi qanûna nû ya polîsan re wê zext û zordariya li saziyên demokratîk girantir bike û hate gotin, "Bêyî ku li nava raya giştî were nîqaşkirin, dixwazin qanûnê yekser li parlamentê bidin qebûlkirin."

'DIXWAZIN ELMANYAYÊ BI TEMAMÎ BIKIN DEWLETEKE POLÎSAN'

Hevserokên NAV-DEM'ê diyar kirin ku bi qanûna bê derxistin re wê gelek erk radestî polîsan bên kirin û bêyî biryara dadgehê wê polîs karibin dest li mafên destûra bingehîn werdin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Erka kontrol û destwerdana li jiyana mirovan, li jiyana taybet, ji sala 1945'an û vir ve di vê astê de radestî kesî nehatibû kirin.

Bi rêya vê yekê dixwazin Elmanyayê bi temamî bikin dewleteke polîsan û mirovan kontrol bikin. Li gorî qanûna ku tê plankirin, polîs wê ne tenê zû destwerdanê bikin, her wiha şopên DNA'yê yên ji rengê çerm, çav û por bi dest xistine karibin di dema lêpirsînê de bi kar bînin. Her wiha ê erk ji polîsan re bê dayin ku bombeyên destan û hin teqemniyên din jî bi kar bînin. Ji ber vê yekê, mîna li eyaletên din em li eyaleta NRW jî li ber Qanûna Polîsan a Nû ya NRW radibin. Em naxwazin mafên bingehîn ên bi milyonan mirovî bên astengkirin. Bi navê ewlekarî û sîstemê, nabe ku mirov bi rengkî komî werin kontrolkirin."

NÊZÎ 100 RÊXISTIN WÊ LI DIJÎ QANÛNÊ LI HEV BICIVIN

Hevserokên NAV-DEM'ê bang li hikumeta Eyaleta NRW'ê kir ku vê pêşnûmeqanûnê neke qanûn û herî dawî got, "7'ê Tîrmehê wê nirxandinên dawî li ser qanûnê bên kirin. Wê rojê nêzî 100 rêxistin wê li hev bicivin û xwepêşandaneke mezin li dar bixin. Di serî de saziyên Kurd ên demokratîk, em bang li hemû aktîvîst, rêxistinên girseyî yên demokratîk ên koçber, saziyên şoreşger ên Tirkiyeyî, mirovên pêşverû, şoreşger, antî-faşîst û rêxistinên aştîxwaz ên Elman dikin ku bi xurtî tevlî çalakiyê bibin."