NAV-DEM'ê ji bo meşa li Brukselê bang kir
NAV-DEM'ê diyar kir, hêzên navneteweyî jî ji êrîşên qirkirinê yên li ser Efrînê berpirsyar in û ji bo meşa sibe ya li Brukselê banga tevlîbûnê kir ku wê ji bo Efrînê were lidarxistin.
NAV-DEM'ê diyar kir, hêzên navneteweyî jî ji êrîşên qirkirinê yên li ser Efrînê berpirsyar in û ji bo meşa sibe ya li Brukselê banga tevlîbûnê kir ku wê ji bo Efrînê were lidarxistin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li her kesî kir ku bi ruhê berxwedana Efrînê tevlî meşa 27'ê Adarê ya li Brukselê bibin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dewleta Tirk bi çavdêriya NATO û hêzên navneteweyî tevî çeteyên xwe yên barbar; DAÎŞ, El Nûsra û Oso ji bo qirkirinê êrîş biriye ser Efrînê. NAV-DEM'ê diyar kir, ku di serî de NATO, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, hemû hêz û saziyên navneteweyî yên bêdeng mane bi qasî Tirkiye û Rûsyayê hevparê şerê qirêj in.
'BI QASÎ ARTÊŞA TIRK SÛCDAR IN'
NAV-DEM'ê got, "dewleta Tirk tevî çeteyên xwe êrîşî gelê sivîl ê li Efrînê û gundên wê kir. Bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî re sûcê li dijî mirovahiyê kir û niha paqijiya etnîkî dike" û wiha dewam kir: "Ji talan û hovîtiya hatiye kirin bêguman NATO jî berpirsyar e. Ji ber ku piraniya çek û balafirên hatin bikaranîn ên NATO'yê ne. Lewma ji vê komkujî û dagirkeriya ku di bin berpirsyariya wan de hate kirin, NATO bi qasî artêşa Tirk sûcdar e."
'BILA PÊKANÎN LI SER BÊ FERZKIRIN'
NAV-DEM'ê bi bîr xist ku Tirkan bi çavdêriya hêzên navneteweyî heta niha gelek caran komkujî li Kurdan kirine û ev bang kir: "Di serî de NATO em bang li Neteweyên yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, hêzên navneteweyî û hemû hêzên têkildar dikin ku ji bo dawî li dagirkeriyê bînin bikevin nava liv û tevgerê û pêkanînan li ser dewleta Tirk ferz bikin."
'EM BIBIN DENGÊ BERXWEDANÊ'
NAV-DEM'ê bang li hemû endam, rêveber û pêkhateyên xwe kir, bang li hemû saziyên Kurdistanî, şoreşgerên Tirkiyeyî, demokrat, Asûrî-Suryanî, Ermenî, Elewî, Êzidî û Misilmanan kir ku ji bo şermezarkirina komkujî û dagirkeriyê roja 27'ê Adarê li Brukselê li ber NATO'yê tevlî meş û mîtînga navendî bibin û bibin dengê berxwedana Efrînê.