NAV-DEM'ê ji bo çalakiyên hatin qedexekirin serî li dadgeriyê da
Meha Sibatê 2 xwepêşandanên ji aliyê NAV-DEM'ê ve li Köln û Düsseldorfê hatin organîzekirin bi rengekî kêfî hatibûn qedexekirin. Parêzerên NAV-DEM'ê mijar birin ber destê dadgeriyê.
Meha Sibatê 2 xwepêşandanên ji aliyê NAV-DEM'ê ve li Köln û Düsseldorfê hatin organîzekirin bi rengekî kêfî hatibûn qedexekirin. Parêzerên NAV-DEM'ê mijar birin ber destê dadgeriyê.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) ku mezintirîn saziya rêxistinbûyî ya Kurdistaniyên li Elmanyayê ye, bi dehan komele, meclîs û saziyên xwe hene. Tevî ku saziyeke qanûnî ye, bi taybetî vê dema dawî dibe hedefa hêzên ewlekariyê. Gelek çalakiyên ku NAV-DEM'ê xwest li dar bixe hatin qedexekirin.
NAV-DEM'ê xwest meha Sibatê li bajarên Köln û Düsseldorfê du çalakiyan li dar bixe, lê belê her du jî hatin qedexekirin. Balkêş e qedexekirina çalakiyan bi rengekî kêfî demeke kin beriya serdana Serokwezîrê rejîma Eroğan Binali Yıldırım a li Elmanyayê hate kirin. Hêzên emniyetê yên Düssedorf û Kölnê îdîa kiribûn ku NAV-DEM parçeyekî ji PKK'ê ye û 'mafê xwe yê çalakiyan nîne'.
QEDEXEKIRIN BINPÊKIRINA MAFÊ XWEPÊŞANDAN Û AZADIYA RAMANÊ YE'
Ji ber qedexeyê NAV-DEM'ê serî li dadgehên îdarî yên her du bajaran dan. Di dozê de daxwaz tê kirin ku polîs dest ji van qedexeyan berdin. Li Dadgeh Îdarî ya Kölnê wê parêzer Dr. Peer Stolle, li Dadgeha Îdarî ya Düsseldorfê jî wê parêzer Lukas Theune parastina NAV-DEM'ê bikin.
Dr. Stolle bi bîr xist ku NAV-DEM tê sûcdarkirin ku parçeyek ji rêxistineke qedexekirî ye û diyar kir ku sûcdarkirineke wiha gefek li ser hebûna saziyekê ye. Dr. Stolle got, "Bi vî rengî dixwazin NAV-DEM'ê bêdeng bikin. Armanca me ya destpêkê jinûve bidestxistina mafên bingehîn ên azadiya xwepêşandan û ramanê ye."
Parêzerê din ê NAV-DEM'ê Theune jî destnîşan kir ku mafê çalakiyan li Elmanyayê gelekî hêja ye û got, nabe ku bazar li ser mafên di destûra bingehîn de hene bê kirin. Hevseroka NAV-DEM'ê Ayten Kaplan anî ziman ku îdîayên hêzên ewlekariyê ne rast in, ne yên qebûlkirinê ne û got, di çarçoveya qanûnan de wê heta dawiyê xwe biparêzin.