NAV-DEM: Dewleta Elman bûye hevparê gunehê dewleta Tirk
NAV-DEM da xuyakirin, ku hikûmeta Elmanya qîma xwe bi destekkirina dewleta Tirk a xwedî zîhniyeta DAIŞ'ê naniye û destnîşan kir, ku li Elmanyayê jî Kurdan û saziyên wan krîmînalîze dike.
NAV-DEM da xuyakirin, ku hikûmeta Elmanya qîma xwe bi destekkirina dewleta Tirk a xwedî zîhniyeta DAIŞ'ê naniye û destnîşan kir, ku li Elmanyayê jî Kurdan û saziyên wan krîmînalîze dike.
NAV-DEM'ê têkildarî girtina siyasetmedarê Kurd Alî Dogan li Elmanyayê daxuyaniyek weşand û got, "Tevî ku dewleta AKP'ê ya xwedî zîhniyeta DAIŞ'ê ye Kurdan qetil dike, zextê li azadiya çapemenî û ramanê dike, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên daxwazên aştî û demokrasiyê bilêv dikin digire jî, hikûmeta Elman destekê dide dewleta Tirk û bi vî rengî dibe hevparê gunehê dewleta Tirk."
NAV-DEM'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn, ku hikûmeta Elmanya qîma xwe bi destekkirina dewleta Tirk a xwedî zîhniyeta DAIŞ'ê naniye û destnîşan kir, ku li Elmanyayê jî Kurdan û saziyên wan krîmînalîze dike.
NAV-DEM'ê ragihand, siyasetmedarê Kurd Alî Dogan ê li Bremenê roja 25'ê Nîsanê hat girtin, bi biryareke vekirî ya siyasî hatiye girtin û got, "Ev rewşa ku em Kurd êdî hînê wê bûne, di 25'ê nîsanê de li Bremenê careke din bi serê me de hat. Piştî ku siyasetmedareke/î Elman Tirkiye ziyaret kir an jî siyasetmedarekî Tirk Elmanya ziyaret kir, dewleta Elman ya siyasetmedarên Kurd digre yan jî davêje ser sazî û malên Kurdan û ji bo dostaniya xwe ya bi Tirkiyeyê re îspat bike Kurdan dike qurban. Piştî ku Serokwezîra Elmanya Angela Birêz Angela Merkel di 23'ê Nîsanê de Tirkiye ziyaret kir, careke din siyasetmedarekî Kurd qurban hat hilbijartin. Merkel bi siyaseta xwe ve, ji bo dilê dîktatorê herî xedar ê serdema me Erdogan xweş bike, bi biryareke siyasî siyasetmedarê Kurd Alî Dogan daye girtin."
NAV-DEM'ê destnîşan kir, Kurd çi li Elmanya çi jî li devereke din a cîhanê qebûl nake ku bibe mijara bazara siyasî yan jî bi biryarên siyasî were girtin û wiha dewam kir; "Em van polîtîkayên kirêt ên li hemberî gelê me û siyasetmedarên me tên meşandin, şermezar dikin. Em dixwazin siyasetmedarên Kurd ên hatine girtin werin berdan.
Weke NAV-DEM'ê em bang li Elmanyayê dikin, ku nebe hevparê gunehê dîktator Erdogan û dewleta AKP'ê yên Kurdan qetil dikin. Her wiha divê polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan û saziyên wan biterikîne û bes destekê bide polîtîkayên dijberiya Kurdan.
Tevî ku dewleta AKP'ê ya xwedî zîhniyeta DAIŞ'ê ye Kurdan qetil dike, zextê li azadiya çapemenî û ramanê dike, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên daxwazên aştî û demokrasiyê bilêv dikin digire jî, hikûmeta Elman destekê dide dewleta Tirk û bi vî rengî dibe hevparê gunehê dewleta Tirk. Tevî ku çapemeniya Elman, rêxistinên civakî yên sivîl û rewşenbîr hikûmeta Merkel rexne dikin jî hikûmeta Elman van têkiliyên xwe yên berjewendiyên kirêt û polîtîkayên xwe didomîne."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku rûniştina destpêkê ya siyasetmedarekî Kurd ê beriya niha bi biryareke siyasî hatibû girtin, wê di 29'ê Nîsanê de li Celleyê pêk were û got, "Weke NAV-DEM'ê em bang li hemû Kurdan, dostên xwe û hêzên demokratîk dikin ku beşdarî rûniştina doza M.C. a 29'ê Nîsanê saet di 09:00 a li Dadgeha Celle bibin. Piştre wê saet di 13:00 de li Celleyê di şexsê M.C. de ji bo destekkirina hemû siyasetmedarên Kurd ên girtî mîtîngek bê lidarxistin û em banga tevlîbûnê li her kesî dikin.
Cih û dema destpêkirina dadgehê:
Saeta destpêkirin: 09.15, OLG Celle
Cih û dema destpêkirina mîtîngê: Stechbahn/Celle, saet: 13:00"