Nasrallah: Em li ser sînorê Sûriyê 'nêzî serfiraziya mezin in'

Lîderê Hîzbûllahê Nasrallah diyar kir operasyona devera bajarê Arsal û Kalamûnê ya li ser sînorê Lubnan-Sûriyê dane destpêkirin nêzî 'serfiraziya mezin a leşkerî' ye.

Şêx Hasan Nasrallah ku ji televÎzyona Al Manarê re axivî got, Eniya Nûsra ya ku li herêmê çalak bû beşeke mezin ê devera ku kontrol dikir ji dest daye.

Nasrallah diyar kir bajarokê Filîta yê Sûriyeyê bi temamî ji dest çeteyên Eniya Nûsra hatiye standin.

Hatibû diyar kirin ku operasyona ku Îna bihurî dest pê kirî, 'bi wê mebestê ye ku komên çekdar ên li Arsal û Kalamunê paqij bike'.

Arsal li navbera Sînorên Sûriyê-Lubnanê li hêla Lubnanê dimîne û komeke çekdar a çete li vir bi rengekî çalak tevdigere. Hem li navenda bajêr û hem jî li kampên derdorê bi 10 hezaran penaberên Sûriyê dijîn.