Nasnameya gerîlayekî di sala 1995'an de jiyana xwe ji dest da aşkera bû

Nasnameya gerîlayekî di sala 1995'an de jiyana xwe ji dest da aşkera bû

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya gerîlayekî ARGK'ê yê di sala 1995'an de di şerekî li herêma Kolot a Botanê jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ragihand, ku gerîlayê ARGK'ê Adnan Şare yê bi nasnav Davût, di sala 1995'an de li herêma Kolot a Botanê di şerekî de jiyana xwe ji dest da.

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ji malbata Şare re peyamek şand û got, "Beriya her tiştî li ser navê tevgera me, em wek hemû endamên malbatê ji dil silav dikin, hurmetên xwe pêşkêş dikin. Ji ber şert û mercên jiyan û têkoşînê, zehmetî û xwenegihandina navnîşana we, derengmayînek çêbû. Em hêvîdarin ku hûnê me fêm bikin."

Di peyamê de hat ragihandin ku gerîlayê ARGK'ê Adnan Şare bi nasnav Davût, pirsgirêkên gelê Kurd ji nêz ve dîtiye, ev di dilê xwe de hîs kiriye û tevlîbûna li nav refên gerîla ku hêviya azadiyê ya gelê Kurd de weke rêya dawîanîna li van pirsgirêkan dîtiye û hat gotin, "Wî serî rakirina li statuya koledariyê ya dewletên mêtînger li ser gelê Kurdistanê ferz dikin weke wezîfeya bingehîn a mirovahiyê, exlaqî û welatparêziyê qebûl kiriye, bi berpirsyariyeke mezin li dengê wijdanê xwe guhdarî kiriye û bûye xwedî jiyaneke giranbuha.

Di dewama peyamê de hat gotin, "Ewladê we, rêhevalê me Davût ê leheng û rûmet, doza azadiyê ya gelê Kurd weke wateya yekane ya jiyana xwe dîtiye û ji roja tevlîbûnê heta roja şehadetê, di her kêliya jiyana xwe de ji bo azadiay welatê me, jiyana azad a gelê Kurd û ji bo cihê bi rûmet ê mirovahiya cîhanê, bi fekarî, dilsozî û hezkirineke mezin a ji bo gel, welat û Rêber Apo xebitiye" û hat diyarkirin ku Şare di sala 1995'an de li herêma Kolot a Botanê di şerekî li dijî hêzên dewleta Tirk a mêtînger bi lehengî şer kiriye û jiyana xwe ji dest daye.

Di nameyê de ji gelê Kurdistanê û malbatan re sersaxî hat xwestin û hat gotin, "Em dixwazin ku hûn bizanibin, em êşa we ji dil ve parve dikin û ji şehadeta hevalên xwe bi qasî we diêşin. Bi hilgirtina çek û ala wan re û bi bilindkirina têkoşînê di xeta şehîdan de, em hewl didin vê êşa xwe sivik bikin. Em ji we malbatên rêzdar hêvî dikin ku şehadeta zarokên xwe bi heman sebrê pêşwazî bikin û di heman çarçoveyê de nêzîkatiyê nîşan bidin."

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê de hat ragihandin ku bêyî dayîna berdêlan ti gel azad nebûye û negihaştiye jiyaneke bi rûmet û hat gotin, "Rêya herî rast a dawîanîna li êşan, bêmirinkirina şehîdên me ye. Wateya vê jî, ji bo bicihanîna armancên wan, hîn bêtir meşandina têkoşînê ye. Bi bilindbûna têkoşînê re şehîdên me jî wê di dilê mezin ê gelê me de bêdawî bijîn.

Ji ber ku hûn xwedî zarokekî, birayekî û xizmekî ewçend leheng ê mîna rêhevalê me şehîd Davût in, hûn çiqasî bi xwe serbilind bin, kêm e. Em weke hevalên wan, timî em pê ser bilind bûn. Ji bo pêkanîna armancên wan emê bijîn û ji bo ala wan li cihê herî bilind ê welatê demokratîk, azad-wekhev biçikînin, emê têkoşîna wan heta dawiyê bimeşînin. Ji ber ku dema şehîdên me ev ala xwe bi şeref radestî me dikirin, ji vê rastiyê bawer bûn û bi ruhê fedaî bi ser dijmin ve meşiyan. Ew çavkaniya me ya bingehîn a hêzê, ew paşeroja me, ew roja me ya îro, ew pêşeroja me ne. Bersiva herî rast a ji bo bîranîna wan, dê gelekî azad, welatekî azad be."

Di peyamê de hat gotin, "Wan daxwazeke din ji me nekirin. Em dizanin ku goreke gelek şehîdên me jî tineye. Lê ji xwe wan ji me ne gor, welatekî azad xwestibûn. Ji ber vê yekê bîrdariya herî mezin a em ji wan re çêbikin, bi heybetî avakirina Kurdistana azad li navenda Rojhilata Navîn e! Yekane bîrdariya şehîdên me karibin tê de bi dilrehetî razên, ev e! Yekane soza ku em her roj dubare dikin û em ê ti carî jê venegerin jî ev e" û bal hat kişandin ser feraseta serdest a dixwaze hebûn û rûmeta gelê Kurd, ji holê rake.

Di dawiya peyamê de hat gotin, "Divê her kes pê bawer be, ku li hemberî dijminekî bi vî rengî yê her gavên me yên aştiyane weke qelsiyê dibîne, ji bo şkikandina destê me yê aştiyê êrîşên xwe zêde dike û dixwaze gelê me di pêşerojeke bêrûmet de mehkûm bike, em ê di xeta şehîdên xwe de heta ferdê xwe yê dawî têbikoş in. Ji bo dawî li êşên dayikên Kurdistanê bê anîn û jiyaneke azad bi rûmet li welatê me biafirîne, em dixwazin were zanîn ku em ê di her şert û mercî de bi awayekî fedaî şer bikin û bi biryardariyeke mezin em ê têkoşînê bilind bikin. Ji dil em bawerin ku têkoşîna afirandina welatekî azad, demokratîk û aştiyane ya di xeta Rêbertiyê de, ku armanca bingehîn a şehîdên me yên leheng e, wê bi berxwedana bi heybet a gelê me mezin bibe û bigihêje serketinê.

Li ser vê bingehê careke din em dibêjin serê we sax be û silav û rêzên xwe pêşkêşî we dikin."