Namzetên HDP'ê yên Bûrdûrê: Bi tenê HDP gelan temsîl dike

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Bûrdûrê Çîçek, Taylan û Taş destnîşan kirin yekane partiya dikare gelan temsîl bike HDP ye.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Bûrdûrê Çîçek, Taylan û Taş destnîşan kirin yekane partiya dikare gelan temsîl bike HDP ye. Namzetan bal kişandin ser pirsgirêkên ocaxên kevir û mermeran li bajêr rê li ber vedikin û diyar kirin ku ew ê ji bo avakirina febrîqeya dotina şîr bixebitin. Namzeta jin Taylan jî got, "Em ê kooperatîfekê ava bikin û li çareya pirsgirêkên jinê bigerin."

Bi namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên bajarê Bûrdûrê re em li ser partiya wan û pirsgirêkên bajêr axivîn...

'PARTIYEKE BERÊ XWE DIDA BINDESTAN TINEBÛ'

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê rêza yekemîn a Bûrdûrê Celal Çîçek di sala 1957'an de li Yarikoy a Bûrdûrê ji dayik bû. Çîçek ku dibistana seretayî li gund qedand, perwerdeya xwe ya dibistana navîn, lîse û zanîngehê li navenda bajêr temam kir. Li gelek deverên Kurdistanê mamostetî kir. Herî dawî li navend û gundên Bûrdûrê mamostetî kir û teqawît bû. Serokatiya Egîtîm-Sen Şaxê Bûrdûrê û damezrîneriya Komeleya Çand û Hunerê ya Fakîr Baykûrt kir. Zewiciye, bavê 2 zarokan e û 3 neviyên wî hene.

Çîçeke da xuyakirin jiyana wî ya siyasî di salên perwerdeya lîseyê de destpê kir û got, "Mirovekî xwedî nêrîna çep im, di demên Ecevît di rojevê de bû, bi siyasetê re mijûl dibûm. Lê belê partiyên bi vî rengî yên me ji wan re digotin 'Xulamên kapîtalîzm, emperyalîzmê ne' û partiyên polîtîkayên neolîberan dişopandin, her tim di rêveberiya welatê me de cih girtin. Tevî ji berê ve Tirkiye ji gelên bindest pêk tê jî, mixabin partiyek heta niha nebû xîtabî van derdoran bike, berê xwe bide wan. Hewl dihat dayîn partiyeke bi vî rengî were avakirin, lê me dikir nedikir, nekarîbûn ava bikin."

'MOZAÎKA GELAN WÊ BI HDP'Ê RE JÎNDAR BIBE'

Çîçek destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ancax mirovên 'xurt' dikarin siyasetê bikin û anî ziman ku gelên xizan û bindest ên welêt nehatine temsîlkirin. Çîçek da zanîn ku ji bo guhertina vê rêbaza siyaseta serdestan HDP ava bûye û diyar kir ku yekane cihê hemû gelên bindest lê werin temsîlkirin HDP ye. Çîçek bibîr xist ku li Bûrdûrê Tirkmen, Kurd, Tirk, Koçber Romen hemû bi hev re dijîn û got, "Li Bûrdûr a xwedî mozaîkeke bi vî rengî ya gelan, wê siyaseta mozaîkê di nava HDP'ê de jîndar bibe."

'AKP DIXAPÎNE'

Çîçek anî ziman ku AKP zêdeyî deh sal in polîtîkayên li ser bingeha xapandinê dimeşîne û got, "Hewl da siyaseta perwerdeyê ya yek tîpê biafirîne û hesteke welê afirand ku hêviya gelên bindest e. Bi salan bi vî rengî dewam kir, desthilatdariya xwe dewam kir. Di demên hevdîtinên aştiyê de jî Erdogan rabû got 'Pirsgirêka Kurd nîne' û bi vî rengî rûyê xwe yê rast nîşan da."

'DIVÊ FEBRÎQEYA ŞÎR BÊ AVAKIRIN'

Çîçek bal kişand ser pirsgirêkên Bûrdûrê û ragihand ku çavkaniya bingehîn a debara gel hilberîna şîr û sewalkarî ye. Çîçek da xuyakirin ku li hin gundan sîstemên lênêrîn û dotina giştî hatiye avakirin, lê belê divê ev proje li hemû gundan bicih were anîn. Çîçek axaftina xwe wiha dewam kir: "Min jî sewalkarî kir, zor û zehmetiyên wê dizanim. Niha li Bûrdûrê febrîqeyeke şîr jî nîne. Eger ev bê destekkirin, febrîqeyeke dotina şîr dikare were avakirin. Ev pirsgirêkên herî mezin ên Bûrdûrê ne û em ê ji van re çareseriyê bibînin. Yek ji girîngtirîn pirsgirêkên Bûrdûrê talana ekolojiyê ye; li hemû çiyayên wê maden hatine kolandin, jiyana ekolojîk tê xerakirin, tinekirin. Bi vî rengî dewam bike wê Bûrdûr bibe çol, kaniyên me yên avê jî wê biçikin. Her der bûye ocaxên mermer. Ez jî hewl didim ocaxeke madenê ya li gundê xwe bidim girtin."

'LI BÛRDÛRÊ HERÎ ZÊDE JIN DIXEBITIN'

Namzeta rêza duyemîn a Bûrdûrê ya HDP'yî Betul Taylan jî koçbereke Bûlgar e ku li Elmanyayê ji dayik bûye. Eleqeya Taylan a li mijarên civakî di 14 salî de, ku binpêkirina mafên jinê dît, destpê kir. Taylan bi nrixandina rewşa diya xwe re hîn bêhtir giranî da pirsgirêka jinê. Taylan got, "Di demên xebata xwe de min dît ku karker bi çi rengî tên talankirin û di kesayetiya min de îsyanek derket holê. Ez di nava lêgerînekê de bûm. Min damezrandina HDK'ê ji derve dişopand û piştî pêvjoya Gezî, tevlî meclîsên ekolojî bûm. Dûre dest bi siyasetê kir. Herî dawî bûm namzeta Bûrdûrê û me dest bi kar kir. Li Bûrdûrê jin ji mêr bêhtir dixebitin û mêr jî li qehwexaneyan rûdinên. Di vî warî de wê xebateke me hebe. Em ê kooperatîfekê ava bikin û li çareya pirsgirêkên jinê bigerin. Em ê xebatên xwe li dora jinê dewam bikin."

‘YEKANE PARTIYA GEL XWE LÊ TEMSÎL DIKIN HDP YE'

Taner Taş jî ji HDP'ê namzetê rêza sêyemîn ê Bûrdûrê ye. Ji Dêrsimê ye û ev 16 sal in li Bûrdûrê dijî. Taş anî ziman ku her çend ne aktîf be jî timî bi siyasetê re mijûl bûye. Taş da xuyakirin ku ji be şert û mercên objektîf ên welêt wî dest bi siyaseta aktîf kiriye û got, "Li vî welatî siyaseta herî erênî ji aliyê HDP'ê ve tê kirin. Ji ber ku ne partiyeke hin kom û îdeolojiyekê ye e ji HDP'ê bûm namzet. Yekane partiya ku gel xwe lê temsîl dikin HDP ye. Mafê her kesî yê temsîlê heye. Li cihekî ku ewçend mirov lê tên temsîlkirin, bi teqezî wê encamek jê derkeve."

'AKP NIKARE PROJEYEKE ERÊNÎ HILBERÎNE'

Taş da zanîn ku AKP projeyên li dijî gel derdixîne holê, lê belê bi gotinên dijberî van projeyên xwe derdikeve pêşberî gel û got, "Desthilatdariyeke ku nikare qutbûna elektrîkê jî rave bike, nikare ji bo vî welatî projeyeke erênî hilberîne."

'DIBE KU ERDÊN ÇANDINIYÊ TINE BIBIN'

Taş da xuyakirin ku pirsgirêka girîng a Bûrdûrê ocaxên kevir û mermer e û anî ziman ku eger erdên çandiniyê bi tedbîran neyên parastin ji ber van ocaxan dikare tine bibin. Taş ragihand ku zozan ji gundiyan hatine stendin û ji bo li gundiyan werin vegerandin, ew ê bixebitin. Taş jî bal kişand ser girîngiya avakirina febrîqeya dotina şîr û got, "Gundî bi pêncî qurişî şîr difiroşe, lê ji bo vexwe bi sê lîreyî ji dikanê dikire.' Taş her wiha destnîşan kir ku ji ber sontaja şaş, Gola Bûrdûrê ziwa bûye.

...