Namzetên HDP’ê li her cihî rastî eleqeyeke zêde tên

Namzetên HDP’ê xebatên xwe yên hilbijartinan didomînin. Namzet li her cihî bi coş tên pêşwazîkirin.

Namzetên HDP’ê xebatên xwe yên hilbijartinan didomînin. Namzet li her cihî bi coş tên pêşwazîkirin.

AGIRÎ

Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Agiriyê li navçeyên Xamûr, Dutax û Patnosê buroyên hilbijartinê vekirin û bi gel re hatin cem hev. Di vekirina burhoyan de namzeta HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zana bang li ciwanan kir û got "Hûn rêhevalên Birêz Ocalan in, rê nîşanî me bidin"

Namzetên HDP'ê yên Agiriyê Leyla Zana, Berdan Oztuk, Dîrayet Dîlan Taşdemir, Mehmet Emîn Îlhan, endam û rêveberên HDP'ê yên Agiriyê li navçeyên Xamûr, Dutax û Patnosê bi tevlêbûna sedan kesan buroyên hilbijartinê vekirin. Di vekirinê de girseya beşdarî xebatan bûn bê navber biloganên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo” berz kirin. Di vekirina buroyan de Namzetê HDP'ê Berdan Ozturk, diyar kir ku hilbijartina 7'ê hezîranê dê ji bo gelên Tirkiyeyê bibe hilbijartinek dîrokî. Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Mehmet Emin Îlhan jî diyar kir ku gelê Kurd ti carî berxwedana Kobané ji bîr nekir û dê di 7'ê Hezîranê de jî heman serketinê bi dest bixe. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dirayet Dîlan Taşdemir jî anî ziman ku HDP partiya jinan e û wê di 7'ê Hezîranê de HDP dê bi têkoşîna jinê hemû astengiyan ji pêş xwe rakin. Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zana jî bang li ciwanan kir û got "Hûn rêhevalên Birêz Ocalan in, rê nîşanî me bidin"

SÊRT

Eşîra Kîroyî ya namzetê AKP’ê yê Sêrtê Alî Îlbaş li dijî namzetbûna Îlbaş nerazîbûn nîşan dan û aşkera kirin ku wê piştgiriyê bidin HDP’ê.

Gelek kesên ji eşîra Kîroyî ya di heman demê de eşîra namzetê AKP’ê Alî Îlbaş in ji bo ku li dijî namzetbûna Îlbaş nerazîbûna xwe nîşan bidin çûn serdana Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê. Hevserokê HDP’ê yê Sêrtê Abdullah Çetîn, rêveberên HDP, DBP û şaredariyê, namzetê HDP’ê Îsmaîl Aydin pêşwazî kirin. Hevserokê HDP’ê yê Sêrtê Çetîn li vir axivî û wiha got: “Bila hemû kes bizanibin ku heke ji eşîro Kîroyî kesek ji AKP bûne namzet malbata me ne li pişt wan in. Malbata Kîroyî bi gel û şehîdên xwe re ne. Ji ber ku di têkoşîna azadiyê de berdêl dane.”

Namzetên HDP’ê yê Sêrtê Îsmaîl Aydin jî anî ziman ku têkoşîna azadiya Kurd gihîştiye merheleyeke girîng û hilbijartin agahiya jiyana nû ye. Aydin got ku divê hemû kes wekî eşîra Kîroyî berê xwe bidin HDP’ê û xwedî li rêxistina xwe derkevin.

‘ELEQEYA ME BI ÎLBAŞ Ê AKP’Î RE NÎNE’

Li ser navê eşîra Kîroyî jî Mehmet Sadak axivî û destnîşan kir ku ew wekî eşîra Kîroyî ti eleqeya wan bi namzetê AKP’ê Alî Îlbaş re nîne. Sadak diyar kir ku ew wekî eşîr li dijî namzetbûna Îlbaş in û ji ber ku Koçer in ew ê di dema hilbijartinan de li zozanan bin ji ber vê yekê jî xwestin HDP ji bo wan wesayîtê bişîne û ew karibin bên û dengên xwe bi kar bînin.

AMED

Namzetên HDP’ê yên Amedê li navçeya Sûrê esnaf ziyaret kirin.

Li Amedê xebatên hilbijartinê bênavber didomin. Li Taxa Melîkahmedê navçeya Sur a Amedê namzetên HDP'ê yên Amedê esnaf ziyaret kirin. Îdrîs Balûken, Nesrîn Şanli, Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Onen û hevşaredarên navçeya Surê tevlî bernameyê bûn. Namzetên HDP’ê rastî eleqeyekî mezin hatin. Welatiyên li Taxa Melîkahmedê bi tilîlî, çepikan eleqeyên mezin nîşanê namzetên dan.