Namzetên BDP'ê yên Şaredariyên herêma Serhedê aşkera bûn

Namzetên BDP'ê yên Şaredariyên herêma Serhedê aşkera bûn

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, namzetên xwe yên şaredariyên herêma Serhedê aşkera kir. Demîrtaş di axaftina xwe ya li merasîmê de û got, "Li Tirkiyê êdî hêzeke sêyemîn a alternatîf heye. Li dijî artêşa Îmam, li dijî leşkerên Mûstafa Kemal û li dijî dizên Tayyîp, em hêzek in."

BDP'ê namzetên xwe yên şaredariyên herêma Serhedê bi merasîmek bi beşdariya Hevserok Selahattîn Demîrtaş, Cîgira Serokê Koma BDP'ê û Parlamentera Îdirê Pervîn Bûldan, parlamenter û rêveberên BDP'ê aşkera kir.

Civîn li Salona Dawetê ya Dîren a li Wanê pêk hat û beşa yekemîn li çapemeniyê girtî pêk hat. Di beşa duyemîn a civînê de namzetên şaredariyan hatin aşkerakirin.

Li dû axaftina vekirinê civîn bi nîşandana sînevîzyonê dewam kir. Di sînevîzyonê de têkoşîna li hemberî zext û zordariya li siyasetmedar û gelê Kurd tên kirin û çalakiyên gelê Kurd ên bi daxwazên demokratîk, hatin nîşandan. Di dema sînevîzyonê de beşdaran dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana Rojava" qîriyan.

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li vir axivî û diyar kir ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên bi dirûşma "Bi rêveberiya cewherî re ber bi nasnameya azad" de, ew ji bo aşkerakirina namzetên herêma Serhedê hatine cem hev.

Demîrtaş bibîr xist ku ji hilbijartinên herêmî yên 2009'an û vir ve temamiya şaredariyên wan rastî operasyona siyasî hatine û anî ziman ku di dema pevçûna navbera dewlet û hikûmetê de, dewlet û AKP'ê di sala 2009'an de hevkarî kirine, ji bo tinekirina BDP'ê bûne yek û 10 hezar siyasetmedarên Kurd girtine.

Demîrtaş diyar kir ku ti ji hevalên wan bi diziyê nehatine sûcdarkirin û got, "Hemû saziyên me ser û bin kirin, lê di encama lêgerîna xwe de ji pirtûkan wêtir tiştek nedîtin. Li mala ti hevalên me ne qase ne jî qutiyên pêlavan ên tê de dolar hebûn, derneketin."

‘SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ WÊ FERMÎ BIBE’

Demîrtaş da xuyakirin ku şaredariyên BDP'yî bi zelalî û durustiya xwe her tim li pêşiya gel e û got, "Em ne tenê li çend şaredariyan, li hemû şaredariyan derbasî sîstema hevserokatiyê bûn. Emê hevserokên xwe yên diyar bûne ji îro û pê ve aşkera bikin. Li cihên diyar nebûne jî emê piştre aşkera bikin. Li Tirkiyê rêveberên jin, parlamenter û şaredarên jin ji bo partiyên din weke reng tên dîtin, lê ji bo me hêmana eslî ne. Emê bi têkoşîna xwe re, bi sîstema xwe ya hevserokatiyê ya li şaredariyan re, vê fermî bikin."

Demîrtaş diyar kir ku hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adara 2014'an ji bo partiyên din ji ber rantê girîng e, lê ji bo wan xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got, "Li aliyekî mejiyekî baweriya gel diziye û ji bo xwe xerc kiriye û hêzên navneteweyî, li aliyê din jî partiyên bi hev re di nava tifaqekê de olê bikar tînin û hewl didin hebûna xwe ya li Tirkiyê dewam bikin. Lê êdî li hemberî van li Tirkiyê hêzeke sêyemîn a alternatîf heye. Li dijî artêşa Îmam, li dijî leşkerên Mûstafa Kemal û li dijî dizên Tayyîp, hêzeke nû heye. Tevahiya Tirkiye dê ji vê re şahidiyê bike. Hemû xebatkarên BDP'ê xwedî yekwicûd in û bi hev re ne."

Demîrtaş di axaftina xwe de ji şaredarên wezîfeya xwe temam kirin spas kir û bi sînevîzyona hat amadekirin re namzetên şaredariyan aşkera kir. Li gorî vê yekê namzetên herêma serhedê ku hevserokên wê yên jin duh hatin aşkerakirin, ev in:

AGIRÎ

Agirî: Sirri Sakik
Diyadîn: Hazal Aras
Bazîd: Mûrat Rohat Ozbay
Zêdkan: Nesîm Sabûncû
Xamûr: Seydîn Aslan
Panos: Fecrî Aslankan
Dûtax: Firat Ozturk

ERDEXAN

Erdexan: Yavûz Ûsanmaz
Mêrdînik/Gole: M. Akîf Tekîn

BÊDLIS

Bêdlis: Huseyîn Olan
Yolalan: Felemez Aydin
Elcewaz: Nahît Gokbayrak
Aydinlar: Mehmet Karaaslan
Xelat: Abdûrrahman Dogar
Ovakişla: Ahmet Demîr
Norşîn: M. Emîn Ozkan
Gunkiri: Ayetûllah Sevgîr
Motkî: Ozcan Bîrlîk
Tetwan: Abdûllah Ok

ERZÎROM

Xinûs: Hasan Basrî Firat
Qereçoban: Îrfan Sari
Qereyazî: Saît Karabakan
Tatos/Tekman: Alî Saît Firat
Avnîk: Engîn Aydemîr

COLEMÊRG

Dûrankaya: Kemal Kaya
Çelê: Servet Tûnç
Şemzînan: Seferî Yilmaz
Gever: Rûken Yetîşkîn-Tacettîn Karagoz (Hevserok)
Bajêrge: Akîf Kaya
Buyukçîftlîk: Ruştu Zeydan

ÎDIR

Îdir: Mûrat Yîkît
Halfelî: Omer Aksû
Xoşxeber: Alî Çam
Başan: Kasim Alagoz

QERS

QERS: Yûsûf Yildirim
Kaxizman: Mehmet Alkan
Qamuşan: Pervîn Tombûl
Selîm: Prz. Emel Sayin-Dogan Pinar (Hevserok)
Cilawûz: Muhendîs Kapanal

MÛŞ

Mûş: Nîmet Sezgîn
Gimgim: Sabîte Ekîncî
Kop: Fîgen Yaşar
Milazgir: Halîs Coşkûn
Têlî: Ramazan Taştemûr
Dêrxas: Abdulazîz Zent
Kirkoy: Nahît Dîzmen
Serînova: Alî Ekber Yildiz
Yaygin: Nîmet Bîngol
Yeşîlova: Yahya Aydin
Elmakaya: Mûstafa Orhan
Erentepe: Mehmet Tanriverdî
Rustemgedîk: Prz. Abdullah Aydin
Saripinar: Abdûrrahman Aydogan
Ûzgorur: Kerem Gundoğdû
Altinova: Sedat Dûygû
Konakkûran: Kemal Çetîn

WAN

Wan Bajarê Mezin: Bekîr Kaya
Tûşba: Oner Yîgît
Ertemêtan: Sevîl Çetîn
Îpekyolû: Aygul Bîdav
Mûks: M. Galîp Aykût
Elbak: Îhsan Guler
Ebex: Bakî Erdal
Şax: Celal Bartû
Erdîş: Dîba Keskîn-Abdûrrahman Çagan (Hevserok)
Westan: Basrî Arslan
Payizava: Zekî Yildiz
Bêgir: M. Alî Tûnç
Qelqelî: Handan Bagci
Mehmûdî: Abdulkerîm Çalişkan