Namzetê HDP’ê yê Roman bi Gebzeyiyan re hat gel hev
Namzetê HDP’ê yê Edîrne yê bi eslê xwe Roman Sedat Zimba, Romanên li Gebzeyê ziyaret kir û pirsgirêkên wan guhdar kir.
Namzetê HDP’ê yê Edîrne yê bi eslê xwe Roman Sedat Zimba, Romanên li Gebzeyê ziyaret kir û pirsgirêkên wan guhdar kir.
Namzetê HDP’ê yê Edîrne yê bi eslê xwe Roman Sedat Zimba, Romanên li Gebzeyê ziyaret kir û pirsgirêkên wan guhdar kir. Zimba rastî eleqeyeke zêde ya welatiyên Roman hat. Zimba got ku HDP banekî wiha ye ku her gel û nasnameya tên pelçiqandin dikare xwe têde îfade bike. Zimba diyar kir ku wê HDP, di hilbijarinên 7’ê Hezîranê de bihêz bikeve meclîsê û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê wê xizmetên mezin bike.
Welatiyên Roman pirsgirên dijîn ji Zimba re vegotin û gotin ku pêwîst e HDP bibe berdevkê Romanan. Zimba jî got ku gelek çavkaniyên dewlemend ên vî welatî hene, lê ev çavkanî ji bo gel nayê bikaranîn. Zimba diyar kir ku wê HDP dawî li vê bîne.