Namzetê HDP'ê yê Îzmîrê Dogan: Em ê rêya tarîtiyê bigirin

Namzetê HDP'ê yê Herêma 2. a Îzmîrê Dogan diyar kir ku ew ê pirsgirêkên Îzmîrê bi avakirina Meclîsên Gel re çareser bikin û destnîşan kir ku AKP û CHP jiyaneke nû pêşkêşî civakê nakin.

Namzetê HDP'ê yê Herêma 2. a Îzmîrê Dogan diyar kir ku ew ê pirsgirêkên Îzmîrê bi avakirina Meclîsên Gel re çareser bikin û destnîşan kir ku AKP û CHP jiyaneke nû pêşkêşî civakê nakin. Dogan anî ziman ku her du partî jî polîtîkayên asîmîlekirina Elewiyan dewam dikin û got, "Divê li dijî paşverûtiya AKP'ê em helwestekê nîşan bidin."

Namzetê HDP'ê yê Herêma 2. a Îzmîrê Muslum Dogan, pêvajoya hilbijartinê ji ANF'ê re nirxand.

Dogan HDP û HDK şiband atolyeyê û ragihand ku ev sazî qadên ku projeyên siyasetê lê tên hilberandin e û got, "Pirsgirêkên bajêr li vir tên rojevê û bi van saziyan re tên çareserkirin. Atolyeyeke siyasî ye, atolyeya pêşerojê ye. HDP jî bi bicihanîna projeyên derketine holê re berpirsyar e. HDP projeya avakirina pêşerojê ye."

'BI DEMOKRASÎ Û WELATÊ HEVPAR RE BER BI PÊŞEROJÊ'

Dogan diyar kir ku di bicihanîna projeya neteweya demokratîk de HDP saziya herî girîng û siyasetê ye û destnîşan kir ku HDP projeya neteweya demokratîk li navenda xwe bicih kiriye û organîzasyoneke siyasî ye ku bi demokrasî û têgîna welatê hevpar ber bi pêşerojeke rasteqîn ve dimeşe. Dogan da zanîn ku ev yek bi taybetî bala Elewiyan dikşîne û got, "Ji aliyê şexsî ve bala min jî kişand û ez mirovekî di mutbexa vê projeyê de me. Ji ber ku avabûna pêşerojê de gelekî girîngiyê didimê."

'AKP YA BERÊ TEMSÎL DIKE'

Dogan da xuyakirin ku komxebatên Elewiyan ji aliyê qebûlkirina Elewiyan weke kirdeyekê ve girîng in lê belê ji bilî vê ti qîmeta xwe nîne û got, "Di hevdîtinên me yên beriya mehekê bi rayedarên hikûmetê re me hemû fikarên xwe anîn ziman. Bi taybetî me anîn ziman ku divê dewlet xwe ji feraseta neteweperestiya teng, baweriya teng rizgar bike, eger wê li welêt aştiyek bicih were anîn, divê dawî li îdeolojiya fermî were anîn. AKP ya berê temsîl dike. Ji bo ya nû, tiştekî bide Elewiyan nîne."

'CHP ASÎMÎLASYONÊ LI SER ELEWIYAN FERZ DIKE'

Dogan bibîr xist ku Serokatiya Karên Diyanetê di salên destpêkê yên Komarê de hatiye avakirin û anî ziman ku ev sazî navgîneke asîmîlasyonê ye, ne tenê Elewî hemû baweriyan asîmîle dike. Dogan da zanîn ku îro gelek sazî heen û got, "Me got; hemû mafên qanûnî yên meleyan radestî saziyeke din were kirin û ev sazî ji holê bê rakirin. HDP li Tirkiyeyê partiya yekane ye ku bi awayekî zelal helwest nîşan da ku divê Serokatiya Karên Diyanetê ji holê bê rakirin. CHP dibêje pereyê li vê serokatiyê tên komkirin, li hemû saziyên baweriyan werin belavkirin. Ev yek bi temamî helwesteke paşverû ye. Navgîna asîmîlasyonê li ser Elewiyan ferz dike. Ev pêşniyar nayê qebûlkirin. Ji ber ku Elewî Diyanetê weke navgîneke asîmîlasyonê dibînin."

'CHP REWŞA BERÊ YA PAŞVERÛ DIPARÊZE'

Dogan ragihand ku Îzmîr bajarekî hemdem e û anî ziman ku mirovên rasteqîn û demokratên hemdem wê vê rêya tarî ya ber bi dîktatoriyê ve diçe, bigirin. Dogan diyar kir ku CHP nûbûnê temsîl nake û destnîşan kir, ku CHP rewşa berê ya paşverû diparêze. Dogan got, "Tiştekî nû ku CHP bide Îzmiriyan nîne. Em ê bi nûbûn, azadî, tenduristî, zemînekî demokratîk û welatekî hevpar, li vê derê bi hev re welatekî azad, demokratîk û laîk ava bikin. Ya ku em ê pêşkêş bikin ev e. Bi taybetî gelek tiştên me hene ku ji aliyê ekolojîk û plansaziya bajêr ve em ê pêşkêş bikin."

'GEL WÊ BI XWE BIRYARÊ LI SER PÊWÎSTIYÊN BAJÊR BIDE'

Dogan feraseta şaredarvaniya li Îzmîrê rexne kir û da zanîn ku ev yek bi temamî xwe dispêre rantê. Dogan da xuyakirin ku avakirina bajarekî pêşerojê bi projeyên HDP'ê pêkane û got, "Em ê pêşerojê bi gelê xwe re, pêwîstiyên bajar jî bi gelê xwe re diyar bikin. Em ê Meclîsên Gel ava bikin. Pêwîstiyên gel jî ne rantxur wê li meclîsên gel werin destnîşankirin. Ji bo binesaziya Îzmîrê gelek projeyên me hene. Di asta makro de ev projeyên çareseriyê wê di danezana encamê de cih bigire."

'SEKNA LI DIJÎ PAŞVERÛTIYA AKP'Ê

Namzetê HDP'ê yê Herêma 2. a Îzmîrê Muslum Dogan got, "Ji bo li welêt dîktatoriyeke nû ava nebe, ji bo welate ber bi tarîtiyê ve neçe, divê em van rêyan bigirin. Li dijî paşverûtiya AKP'ê divê em seknekê nîşan bidin."

KÎ YE?

Muslum Dogan ê ji Sêwas Dîvrîgî, zewicî ye û bavê zarokekî ye. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Konyayê temam kir. Dogan ku endezyarê bilind e, di heman demê de plansazê bajêr e. Di saziyên cemaweriyê de rêveberî kir, Serokatiya Komeleya Çanda Dîvrîgî meşand û endametiya GK a Odeya Endezyar û Nexşeyê kir. Hînê Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal e û namzetê HDP'ê yê Herêma 2. e.