Nameya nivîskarê girtî ya ji bo Abdullah Ocalan hate desteserkirin

Nivîskarê girtî Zekî Bayhan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nameyek şand, lê belê hate desteserkirin.

Nameya ku girtî Zekî Bayhan ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Ewlehiya Bilind a Kiriklar a Bûcaya Îzmîrê tê ragirtin, di 26’ê kanûna 2023’yan de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin re şandiye ji aliyê Komîsyona Xwendina Nameyan a Girtîgehê ve hatiye desteserkirin.

Nameya ku ji Desteya Dîsiplînê ya Girtîgehê re hate şandin de bi gotina “Pêsindayîna sûc û sûcdar ku weke agahdarkirina rêxistina terorê were nirxandin, di beşa weke Îdareya Îmraliyê derbas dibe de agahiyên xelet ku kes û saziyan bitirsîne tê de hene, ewlehî û asayişa saziyê xistiye xetereyê, peywîrdar hedef nîşandane, têkoşîn û cesareta ji serokê rêxistina terorê girtiyê zindîkirina xebatên endamên rêxistinê hatiye armanckirin û propagandaya rêxistinê hatiye kirin” biryara ku name “di girtîgehê de bê mûhafazakirin” hate dayîn.

Di nameya ku nivîskarê girtî Zekî Bayhan şandiye de wiha hate gotin: “Hewldan û bertekên ku ji we agahiyek bê wergirtin her tim çêbûn, çêdibin. Lê van tê re nekir ku encamek were girtin. Em di vê mijarê de xwe şermîn û şikestî hîs dikin. Ji xwe em dizanin ku heta têkoşîneke bihêz nebe ne pêkan e em encamekê bi dest bixin. Em hiqûqa navneteweyî deynin aliyekî, xeyale ku em ji pergaleke ku hiqûqa xwe bi xwe pêk naîne, tecrîdeke ku di cîhanê de mînaka wê nîne pêk tîne li benda tiştekî bibin. Encameke erênî encax bi têkoşîneke bihêz pêkan e. Herkes dizane ku li pişt tecrîda tê pêkanîn siyaseta îmha û înkarê û tirsa hebûna bi milyonan kesên ku bi gotineke we bikevin nava liv û tevgerê heye. Di rastiyê de ya ku tê tecrîdkirin vîna gel e. Sekna li dijî vê meseleya hebûn û nebûnê ye. Têkoşîna nasnameyê ye. Em vê dizanin lê em di mijara tiştên pêwîst bicih bînin de gelek qels man, qels dimînin.”

Bayhan ê li navçeya Gever a Colemêrgê hatiye dinê 27 sal in di girtîgehê de ye. Bayhan di vê demê de pirtûkên bi navê “Derketina ji Paradîgmaya Dewletê ya Qirker-Neteweya Demokratîk” , “Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk, Azadîxwaziya Zayendî” , “Di sedsala 21’an de Bîrdoziya Azadiyê- Sosyalîzma Demokratîk” û “Sifira Yukselmek” nivîsandin.