MXDŞ’ê li ser rewşa Êzdiyên li Efrînê daxuyaniyek da

Meclîsa Xwaweriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) têkildarî rewaş Êzidiyên li Efrînê di bin zilim û zordariya çeteyên dewleta Tirk de ne daxuyaniyek nivîskî da.

MXŞD’ê têkildarî rewşa welatiyên Êzidî yên li Efrînê di bin zilma çeteyan de bang li Civaka Êzidî kir da ku balê bikşînin ser reweşa Êzdiyan bikevin nava liv û tevgerê.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

“Her diçe zilm û zordariya li ser gelê me û bi taybet Êdiyan yê ku heta niha li Efrîn a di bin dagirkeriyê de zêde dibe. Dewleta Tirk kîna xwe ya bi hezarê salan niha ya li ser civaka me ya Êzidî bi rêya çeteyên DAÎŞ’ê li Efrînê pêk tîne. Ji destpêka êrîşên dagirkeriyê ya li ser Efrînê bi sedan welatî bi awayekî hovane bi destê dewleta Tirk hatin qetilkirin û bi sed hezaran jî koçber bûn. Tevî van hemû kiryarên dewleta Tirk a li Efrînê cîhan tev bêdeng maye.

Ji ber bêdengiya cîhanê ya li hember kiryarên hovane yên dewleta Tirk a dagirker, tiştên ku bi destê DAÎŞ’ê nikaribûn li Şengalê bikin niha li ser gelê me yê Efrînê tên pêkanîn. Ev du sal in li ser dagirkeriya Efrînê re derbas bûye jî bi hezaran welatiyên Êzidî tevî her tiştî, êrîş, zordarî û zilmê terka xaka xwe nekirine; tên revandin, girtin û qetilkirin. Bi dehan mezargehên pîroz ên civaka me ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê yên dewleta Tirk desteka wan dikin ve tên rûxandin.

Em Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê bang li hemû civaka xwe ya Êzidî yên li tevahî cîhanê dikin ku ji bo balê bikişînin ser Êzidiyên li Efrînê divê bikevin nava tevgerê, li her derê li gorî rewşa heyî çalakiyan bikin. Wisa bikin ku di serî de Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafê mirovan dawî li bêdengiya xwe bînin û çareseriyekê ji gelê me û Efrînê re bibînin.”