Mûzîsyen Nazerî li ber dagirkeriyê rabû, konser betal kir
Muzîsyenê Rojhilatê Şehram Nazerî ji bo nerazîbûna xwe ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nîşan bide konserên xwe betal kir.
Muzîsyenê Rojhilatê Şehram Nazerî ji bo nerazîbûna xwe ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nîşan bide konserên xwe betal kir.
Nerazîbûna li dijî êrîşên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezin dibe. Muzîsyenê Rojhilatê Şehram Nazerî jî konserên xwe betal kir û bi vî rengî li ber dagirkeriyê rabû. Nazerî got, "Di nava van şert û mercan de nikarim bistirêm" û konserên xwe yên li bajarên Malmo û Stockholm ên Swêdê betal kir.
Di rojên destpêkê yên êrîşê de Muzîsyenê Kurd Kayhan Kalhor jî konsera xwe ya li Stenbolê betal kiribû.
Koma jinan a ji Kirmaşanê Glarîs jî konserên xwe yên ku TRT'ê ew vexwendibû betal kiribû.