Muzeyyen Palabiyik li Dortmundê hate bibîranîn
Muzeyyen Palabiyik ku bi navê 'Sosyalîst Şîlan' dihate naskirin, li Dortmundê hate bibîranîn.
Muzeyyen Palabiyik ku bi navê 'Sosyalîst Şîlan' dihate naskirin, li Dortmundê hate bibîranîn.
Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê, Muzeyyen Palabiyik ku bi navê 'Sosyalîst Şîlan' dihate naskirin, di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de hate bibîranîn.
Civîna bîranînê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rozerîn ve hate lidarxistin û qala kesayetiya Palabiyik hate kirin. Ji Saziya Malbatên Şehîdan û hevrêya wê Şengê Kahraman, aktîvîstên TJK-E'yê, hevrêyên wê li civînê axivîn. Bi navê malbata Aksû ku demeke dirêj weke malbata wê bû, Mûstafa Aksû axivî.
Qisekeran qala fedakarî û samîmiyeta Palabiyik kirin û diyar kirin, ku kesayeteke bi mînak bû.
Di civîna bîranînê de helbest hatin xwendin û sînevîzyon hate nîşandan.