Muxalîfên Sûriyeyê di civîna Komkara Ereban de ne
Muxalîfên Sûriyeyê di civîna Komkara Ereban de ne
Muxalîfên Sûriyeyê di civîna Komkara Ereban de ne
Li bajarê Doha ya Qatarê civîna 2 rojan ya Komkara Ereban dest pê kir. Di civînê de Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê , wek nûnerên Sûriyeyê tevlî bû.
Nûneriya Komkara Ereban ya Sûriyeyê di mijdara 2011’an de, ji ber ku rejîma Beşar Esad tundî li dijî gelê ku serî li hember wan rakiribû tundî pêk anîn, hat rawestandin.
Civîna komkarê ya Dohayê piştî îstîfa ya serokê Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê Ehmed Muaz El Xatib û serokwezîrtiya Xesan Hîtto pêk hat.
El Xetîb yê ku ji peywira xwe îstîfa kir, diyar kir ku ew dê axaftineke xîtabê konferansê bike. Civîna Komkara Ereban a Doha, li ser banga Emîrê Qatarê ya ku muxalefeta Sûriyeyê bi awayekî fermî Sûriyeyê temsîl bike dest pê kir. piştre Muaz El Xetîb û Xesan Hîtto bi çekan cihê xwe yê civînê girtin.
Ji ber ku Komkara Eraban temsiliyeta Sûriyeyê da muxalîfan ji aliyê rejîma Şamê ve rastî bertên tund hatibû. Rojnameya fermî El Tawra got; Komkarê kursiyên Sûriyeyê dan dagirkeran.