Muxalîfên Sûrî dê leşkerên NY serbest berde

Muxalîfên Sûrî dê leşkerên NY serbest berde

Li nêzî Girên Golan yê dikeve başûrê Sûriyeyê komek ya çekdarên muxalif 21 leşkerên hêzên aştiyê yên Netewên Yekbûyî revandibûn, hate ragihandin ku ew dê leşkeran serbest berdin.

Li New Yorkê rayedarek yê NY da diyarkirin ku, ji bo serbest berdana leşkerên hêzên aştiyê lihevkirin çêbûye û got, erkdarên NY xwe gihandine leşkerên hatine revandin.

Rayedar aşkera kir ku, ji bo serbest berdan leşkerên hêzên aştiyê ku piraniya wan Filîpînî ne ‘bi hemû aliyan re’ lihevkirin çêbûye. Ev jî tê wateya ku hem li gel koma çekdar yên leşkerên NY revandibûn û hem jî bi rayedarên artêşa Sûriyeyê re li hev kirine.

Rayedarê NY da diyarkirin ku, ew dê vê sibehê leşkerên ku li gund tên girtin derxînin.

Muxalifên çekdar ku xwe weke ‘Tûgaya Şehîdên Yarmûkê’ binav dike, 6’ê Adarê 21 leşkerên NY yên li ser sînorê tampon yê Sûriye, Îsraîl, Urdun û Lubnanê erkdarbûn revandin.

Koma muxalifan dabû diyarkirin ku, heta hêzên rejimê ji gundê Cemle dernekevin ew dê leşkerên NY serbest bernedin.