Muslim: Wê Kobanê bi ser bikeve
Muslim: Wê Kobanê bi ser bikeve
Muslim: Wê Kobanê bi ser bikeve
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ê ji bo hevdîtinên dîplomatîk li paytexta Danîmarka Kopenhagê ye, tevlî civîna gel a ji aliyê FEY-KURD a hat organîzekirin bû. Muslim got ku wê Kobanê ya li hember çeteyên DAIŞ li ber xwe dide bigihêje serketinê.
Li semta Kopenhag Salona Dawetê ya Nîsa de ku civîna gel hat lidarxistin, zêdetirî hezar Kurdistaniyan amade bûn. Salih Muslim ku di civînê de axivî der barê pêşveçûnên dawî de nirxandin kirin.
Muslim diyar kir ku modela xweseriya demokratîk a li Rojava hat avakirin hêzên navneteweyî yên hesabên wan li ser herêmê hene tirsandiye û lewma bi destên çeteyên DAIŞ êrîş dane destpêkirin.
Muslim got ku ev rewş ne nû ye salek û nîv e YPG li hember êrîşên bi armanca fetisandina şoreşa Rojava pêk tên têdikoşe.
Muslim da zanîn ku Kobanê li hember êrîşên çeteyên DAIŞ bi hemû hêza xwe li ber xwe dide û şikandina vê berxwedanê ne hêsan e û herî dawî wê Kobanê bi ser bikeve.
Muslim di dawiya axaftina xwe de got, “Kobanê rûmeta me ye, em ê li rûmeta xwe xwedî derkevin.”