BI DÎMEN

Muslim: Rêber Apo bangeke dîrokî kir, êdî dewleta Tirk divê gavê biavêje

Salih Muslim diyar kir ku eger dewleta Tirk di aliyê demokratîkbûnê de gav bavêje êdî pêdivî bi çek nîne û got, “Rêber Apo deriyê siyaseta demokratîk vekiriye û êdî dewleta Tirk divê gav bavêje.”

SALIH MUSLIM

Endamê Konseya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim piştî banga dîrokî ya Rêber Apo, ji ajansa me re axivî. Muslim diyar kir ku ji bo ev gava dîrokî pêş bikeve, divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û got, “Rêber Apo bangeke dîrokî kir û top êdî li cem dewleta Tirk e.”

‘RÊBER APO DIVÊ BIKARE RASTERAST BI PKK’Ê RE BIKEVE PEYWENDIYÊ’

Salih Muslim anî ziman ku Rêber Apo ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd derî vekiriye û ev tişt got: “Êdî ji vir û şûnde wezîfe dikeve ser milê dewleta Tirk. Rêber Apo bang kir ku PKK kongreya xwe lidar bixe û xwe fesih bike. Ji bo ev pêk were jî, Rêber Apo divê bikare rasterast bi PKK’ê re bikeve peywendiyê û diyar bike ku rêyeke çawa bişopîne, ji bo pêkhatina vê kongreyê divê Tirkiye niyeta xwe diyar bike.”

‘KURD DI WÊ ASTÊ DE NE KU TÊKOŞÎNA NAVNETEWEYÎ BIMEŞÎNIN’

Salih Muslim bi bîr xist ku Rêber Apo bi rengekî eşkere û zelal nîşan da ku çima têkoşîna çekdarî da destpêkirin û wiha got: “Hat diyarkirin ku li ser esasê xweparastinê ji bo ewlehiya gel jî bû. Eger dewlet di aliyê siyasî, çand, ziman û ewlehiya gel de gavên demokratîk bavêje, wê pirsgirêka Kurd bi siyasetê çareser bibe. Eger pêvajo bi vî rengî pêş bikeve, pêdivî bi têkoşîneke çekdarî jî nake. Pirsgirêka Kurd êdî weke navneteweyî tê nîqaşkirin û bûye pirsgirêkeke navneteweyî. Gelê Kurd gihiştiye wê astê ku têkoşîneke siyasî û dîplomasiyê bimeşîne.”

‘EGER LI TIRKIYEYÊ GUHERTINEK ÇÊBIBE, WÊ BANDORÊ LI KURDISTANÊ JÎ BIKE’

Salih Muslim diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê dewleta Tirk bi xwe li dijî gelê Kurd dijminatiyê dike û wiha pêde çû: “Eger îro li Sûriyeyê çareseriyek çênabe, Iraq û Îran di nava kaos û krîzê de bin berpirsyarê vê dewleta Tirk e. Ji ber ku dewleta Tirk naxwaze gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe. Girêdayî vê yekê eger li Tirkiyeyê guhertinek çêbibe, wê yekser bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê jî bike. Lewma Rêbertî dema biryarekê digire nêrîna her kesê digire ku nêrîna PDK, YNK û partiyên din girtiye. Jixwe dibêje ku pirsgirêka Kurd wê bi têkoşîna siyasî û civakî were derbaskirin.

‘PÊŞKETINA PÊVAJOYÊ WÊ ÇARESERIYÊ BÎNE SÛRIYEYÊ’

Lewma deriyê çareseriyeke siyasî vekir. Pêngaveke pir pîroz e. Pêşketina gaveke wiha jî kêfxweşiyê dide. Hebûna dewleta Tirk a li Sûriyeyê ji bo wê yekê bû ku gelê Kurd mafên xwe bi dest nexe. Pêşketina pêvajoyeke wiha tê wê wateyê ku li Sûriyeyê wê çareseriyek pêk were û eger Tirkiye mudaxileyî Sûriyeyê neke, wê pêşketinên erênî çêbibin.”

‘DIVÊ AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO PÊK WERE’

Salih Muslim destnîşan kir ku ji bo PKK kongreya xwe pêk bîne, divê dewleta Tirk gavên şênber bavêje û ev tişt bilêv kir: “PKK’ê berê diyar kiribû ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, wê kongre pêk neyê. Lewma şert û mercên ku Rêber Apo têde ne, divê demildest bên guhertin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were ku dewama gava dîrokî ya Rêber Apo were. Rêber Apo bangeke dîrokî kir û top êdî li cem dewleta Tirk e. Bi vî rengî ev pêvajo wê gav bi gav pêş bikeve. Rêber Apo deriyê siyaseta demokratîk vekir û êdî maye ji dewleta Tirk re ku gav bavêje. Di van pêngavan de destpêkê zindan bên xalîkirin û qeyûm bên rakirin. Divê gav bi hev re bên avêtin. Her wiha pêvajoyeke ku wê di rojekî de encam negire û heta demek dirêj dom bike.”

‘DEWLETA TIRK DIVÊ AGIRBESTÊ RAGIHÎNE’

Salih Muslim got, “Nayê qebûlkirin ku dewleta Tirk hem bêje çek berdin û hem jî êrîşên xwe bidomîne. Li aliyekê dewleta Tirk dibêje çek berdin û li aliyê din jî êrîş dike. Eger êrîş dewam bikin, wê PKK çawa çek berde? Ev sekna dewleta Tirk banga teslîmbûnê ye. Gerîla û gelê Kurd vê teslîmiyetê qebûl nake. Dewleta Tirk eger dixwaze çek bên berdan, divê guh bide daxuyaniya dîrokî ya Rêber Apo. Ji sala 1984’an û vir ve dewleta Tirk li dijî gerîla êrîşeke bê hempa pêk tîne. Gerîla xwe diparêze û ne di posîzyona êrîşê de ye. Dewleta Tirk divê agirbestê ragihîne. Divê dewleta Tirk piştî banga Rêber Apo gav bavêje. Qonaxa destpêkê ya vê gavê, ragihandina agirbestê ye. Eger di pratîkê de agirbestek çêbibe, wê bibe sedem ku PKK jî gavên din bavêje.”

‘HER KES DIVÊ WEZÎFE Û BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNE’

Salih Muslim axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir: “Çareseriya pirsgirêka Kurd gihiştiye qonaxekî nû. Di pêvajoyeke nû ya wiha de, her kes xwedî wezîfe û berpirsyarî ye. Di serî de gelê Kurd, divê gelên din jî li gorî wezîfe û berpirsyariyên xwe nêzîkatiyê raber bikin. Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin, barê me giran e. Em gavên hatine avêtin erênî dibînin û em bi hêvî ne.”