Muslim: Ev êrîşên li dijî Kurdan destpêka pêngaveke nû ye
Muslim: Ev êrîşên li dijî Kurdan destpêka pêngaveke nû ye
Muslim: Ev êrîşên li dijî Kurdan destpêka pêngaveke nû ye
Piştî êrîşên komên çete li bajarê Amûdê li hemberî hêzên YPG’ê, Endamê Desteya Bilind a Kurd û Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim ragihand ku, hinek hêz bi piştgiriya çend hêzên derve dest bi komplogeriyê kirine. Hewl didin ku îradeya Kurd bişkînin û destketiyên gelê me têk bibin.
Endamê Desteya Bilind a Kurd (DBK) Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di daxuyaniya ku bi awayekî taybet da ANF’ê de got ku ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê heya niha bi dehan grûbên çete bi hevkarî û piştevaniya dewleta Tirk û hin aliyên Kurd êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirine. Di heman demê de Muslim destnîşan kir ku hin partiyên Kurd li Rojavayê Kurdistan destê wan di nava van êrîşan de hene.
ÊRÎŞ DI DEMÊN HESTYAR DE TÊN KIRIN
Di demeke ku DBK li derveyî welat tevlî Konferansa Cenevre bibe de ku ji niha ve dibe gaveke gelekî mezin ji bo pêşveçûna şoreşa Rojavayê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya dewleta Tirk ji 25’ê Gulanê ve komên çete êrîş li ser Efrîn û derdorê wê pêkanîn, her wiha rêya di navbera Efrîn û Kobanê de girtin. Bi vî awayî hewl dan ambargoyê deynîn ser gelê Efrînê. Ev zincîra êrîşên ku li Efrîn, Serêkanî, Tiltemîr û herî dawî jî duh li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Amûdê pêk hatin ji navendekê têne birêvebirin ku amadekariyên van êrîşan di civîna komên çete ên bi navê Lîwai El-Tewhîd, Lîwai El-Fatih, Tabûrên Dewlet El-Îslam û gelek komên çekdar ên Selefî û Artêşa Azad ku li Izaz a Helebê pêk tê hatiye kirin.
ÊRÎŞKAR KÎ NE?
Duh şev li derdora demjimêr 21:00’an de dema ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji operasyona paqijkirina herêma Bendava Şerqî û rêya di navbera Dirbêsiyê-Hesekê vedigeriyan rastî êrîşa komên çete yên bi fermana komên çekdar ên li Hesekê têk çûn û rêveberên wan tevdigerin, hatine. Di encama êrîşa plankirî de şervanê YPG’ê Îsa Selah Gulo (Sebrî Gulo) jiyana xwe ji dest da û 4 şervanên din jî birîndar bûn.
Çavkaniyên YPG’ê ragihandin ku di niha de navê hejmarek ji wan êrîşkaran ligel wan e û di demeke nêzîk de daxuyaniyên pêwîst li ser bûyerê wê bidin. Heman çavkanî destnîşan kir ku kesên di nava van êrîşan de cih digirin ku berî çend rojan ji aliyê asayîşa wê herêmê ve ji ber sedema bazirganî bi maddeyên heşîşê hatine desteserkirin û piştî bicihkirina karê yasayî ev kes serbest hatine berdan.
Têkildarî êrîşê YPG’ê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku, ev komên çete di çarçoveya berjewendiyên welatên ku planan li dijî destketiyên Gelê Kurd dikin û di serî de dewleta Tirkiyeyê ku li her derê li dijî nirx û destketiyên Gelê Kurd planan dike, tevdigerin. TEV-DEM’ê got, “Hêzên Kurd jî di nava vê fitne û tevliheviyê de ne, bi taybet çapemeniya PDK’ê Rûdaw û Zagros TV li dijî hêzên parastina gelê Rojavayê Kurdistanê kampanyaya reşkirinê dane destpêkirin.” PYD’ê jî destnîşan kir ku, ev çete kesên li Hewlêr û Stenbolê, pêwîst e gelê me yê berxwedêr li hember van derkeve.
GELEK DIJMINÊN DESTKEFTIYÊN KURDAN HENE
Di daxuyaniyeke taybet de ya ji ANF’ê re Salih Muslim Endamê Desteya Bilind a Kurd û Hevserokê PYD’ê girêdayî bûyerê û destpêka serhildana van aloziyan ragihand: “Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku Kurdan xwest xwe bi xwe bi rê ve bibin, Hinek hêz jî hene ku nikarin xwe li hember van destketiyan ragirin an jî vena bipejirînin. Ji van gelek jî naxwazin vê hêza Kurdan bipejirînin yan jî vê desthilatdariya Kurdan a ku li Rojavayê Kurdistanê heye bipejirînin.”
Salih Muslim her wiha ragihand ku, “Ji ber vê sedemê jî ev hêz her tim vê desthilatdariya Kurdan ji xwe re kirine weke hedef. Pêştir ev weke êrîşî Serêkaniyê jî kirin û gelek rêyên xwe yên weke ajitasyon û propaganda jî ceribandin, li Kobanê û Efrînê jî xwe ceribandin. Herî dawiyê jî xwe li Amûdê ceribandin.”
DIXWAZIN YPG’Ê BIXIN NAV ŞEREKÎ
Muslim destnîşan kir ku ew kom û hêza dixwazin YPG’ê bikişînin nav şerekî navxweyî, ya Kurd-Kurd û Kurd-Ereb û got, “Ji ber vê sedemê li ser rêya Heseke-Qamişlo kemînan ji bo YPG’ê datînin. Ew grûbên ku êrîşî Yêkîneyên Parastina Gelê Rojava dikin cur bi cur in. Hinek ji wan bi destê Kurdan van karan dikin. Bo nimûne yên ku êrîşî ser bajarê Serêkaniyê kirin (Cephe Nesra)- yên olperest, yên êrîşî Efrînê kirin (21 Lîwe û Tabur) yên olperest bûn. Dîsa di nava wan de yên (Exwanul Muslîm în) hebûn.”
Salih Muslim wiha berdewam kir, “Destê hin kesên berbiçav yên di nava partiyê Azadî û Yekîtî de hene. Weke min got ev du partî ne, ez behsa hemûyan nakim, hinek kesên di nava van partiyan de destê wan di nav vê Komployê de hene û bi rê ve dibin. Her ew li Amûdê êrîşî YPG’ê kirin ku di encam de şervanekî jiyana xwe ji dest da, hejmarek jî birîndar bûn. Di bersivdayina van êrîşan de jî tê gotin ku 4 kes ji wan grûban hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.”
DIXWAZIN BÛYERÊ BI GOTINÊN DEREW RAGIHÎNIN
Der barê dengvedanên bûyerên di nava ragihandinê de ku di serî de Tevgera Demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê TEV-DEM daxuyaniyek da û gotbû, “Hin hêzên Kurd jî di nav vê fitne û tevliheviyê de ne, bi taybet çapemeniya PDK’ê Rûdaw û Zagros TV li dijî hêzên parastina gelê Rojavayê Kurdistanê kampanyaya reşkirinê dane destpêkirin.” Muslim di vê derbarê de got, “Hin kes û alî cîhan bi ser gelê me de anîne xwarê û dibêjin YPG’ê di xwepêşandanê de êrîşî xelkê medenî kirine û kuştine. Wiha dixwazin bûyer bi gotinên derew radigihînin. Bi gotinên vala û bikaranîna hinek hevokên bêwate ku bi tu awayî nakevin xizmeta duh, îro û pêşeroja gelê me. Dixwazin rê li ber derketina aloziyên navxweyî vekin.”
YPG HÊZA NETEWEYÎ YA KURDAN E
Di berdewama axaftina xwe de Salih Muslim sekna YPG’ê nirxand û got, “Di herêmê de Kurd xwedî hêzekê ne ku erka parastinê dike, ew jî YPG ye. YPG Hêza Neteweyî ya Kurdan e ku ji bo asayîş û parastina gelê me hatiye damezirandin. Hêzên asayîşe yên parastina Kurdan hene. Em dixwazîn ku van êrîşkaran hişyar bikin: “Eger dixwazin bila tevlî Yekîneyên Parastina gel bibin. Ger dixwazin tiştekî ji vî gelî re bikin. Ji ber ev hêz ên gel bi xwe ne. Gel ev hêz ava kiriye. Ji ber gel wê xwe biparêze li hemberî van êrîşan. Wê nehêle tu kes bikeve nav wan û tu zerarê bide wan.”
EV ÊRÎŞ DIKEVIN XIZMETA BERJEWENDIYÊN DIJMINÊN KURDAN
Salih Muslim ragihand ku tevgera wan grûbên çete yên ku êrîşî destketiyên Kurdan dikin bi tu şêweyî ne di berjewendiyên yekîtiya neteweyî ya Kurdan de ne û tenê ji berjewendiyên xwe yên şexsî re dikin. Muslim destnîşan kir ku ev grûp dixwazin destketiyên Kurdan ji xwe re bibin û wiha berdewam kir, “Pir aşkera ye ku ev êrîş di xizmeta dijminên Gelê Kurd de ne û bi taybet jî di berjewendiyên dewleta Tirk tê de ne.” Muslim careke din dubare kir ku tu ferq û cudahî di nava van grûban de nîn e û destnîşan kir ku ev grûp hemû ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin.
Mûslim herwiha got, “Ev jî îşaretên duristkirina çêkirina tevliheviyan e di nav civaka Kurd de û îşaretên komployeke navneteweyî ne. Ger îro hêzek ya komeke ji Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê bi dirûşmayên dijberî Desteya Bilind a Kurd, YPG, PYD û destketiyên Kurdan êrîşî ser van standên komkirina îmzeyan (kampanyaya ji bo azadiya Ocalan) dikin, gelo çi girêdana wan kesan bi gelê Rojava heye. Çi berjewendiyên wan têde hene. Diyar e ku destê hêzên din heye li pişt vê yêkê. Tenê ev weke ji bo xwe bikaranînek e. Tiştekî din nîn e.”
GELÊ ME DIZANE ÇAWA BERSIVA VAN ÊRÎŞAN BIDE
Di berdewamiya axaftina xwe de Muslim bal kişand ser asta hişyariya gel li Rojavayê Kurdistanê û got, “Îro gelê me yê Rojava tev hişyar e, li hemberî van êrîşan. Ji bo ku komployeke din çênebe. Tevayî beşên civakê, Desteya Bilind û hêzên YPG’ê li hemberî van kiryaran hişyar in. Ji ber ev planên yekgirtî ne. Weke komployeke yekgirtî ye. Wê Kurd careke din nebin qurbanê van êrîşan û komployan. Ev hêz diyar e li hemberî Kurdan gelek tengav bûne lewma jî bi hemû awayî êrîş dikin ser nirx û destketiyên Kurdan.”
Di dawiya axaftîna xwe de jî Salih Muslim got, “Ev êrîş çi navxweyî yan jî çi ji derve bin, gelê me li hemberî van êrîşan hişyar e. ji ber ku gel tev dizane ev ne di berjewendiyên Kurdan de ne. Gel wê rê nede van kiryaran. Di vî alî de gel xwedî bawerî û hêzeke mezin e. Wê heya dawiyê jî berxwedan û têkoşîna xwe berdewam bike. Gel wê neyê van lîstikan. Ji bo ev komplo û êrîşan negihîjin armanca xwe heya dawiyê jî gel wê bi îrade têkoşîneke xurt bimeşîne.”
PÊWÎST E GELÊ ME NEYÊ LÎSTIKAN
Muslîm têkildarî êrîşên li hemberî YPG’ê jî destnîşan kir ku, ev komên çete di çarçoveya berjewendiyên welatên ku planan li dijî destketiyên Gelê Kurd dikin û di serî de dewleta Tirkiyeyê ku li her derê li dijî nirx û destketiyên Gelê Kurd planan dike, tevdigerin. Komên çekdar ên ji Bendava Şerqî ya Hesekê hatine derxistin ji heman navendê têne rêvebirin.