Muhamedê hevsera xwe qetil kir hat girtin
Muhamedê hevsera xwe qetil kir hat girtin
Muhamedê hevsera xwe qetil kir hat girtin
Welatiyê 50 salî Salih Muhammet ku ji Sûriyê hat Mêrdîn û ji wir jî 3 meh berê koçî Îzmirê kir, duh hevserê xwe Elif Muhammet bi kêrê qetil kir. Salih Muhammed îro hat girtin.
Duh li Taxa Eskî Îzmirê ya Navçeya Karabaglarê ya Îzmirê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin. Welatiyê 50 salî Salih Muhammet ku ji Sûriyê hat Mêrdîn û ji wir jî 3 meh berê koçî Îzmirê kir, li ber çavê 8 zarokên xwe hevserê xwe Elif Muhammet bi kêrê qetil kir. Salih Muhammet ê 50 salî hevsera xwe ya 35 salî Elif Muhammet li ber çavê 8 zarokên ku temenê wan di navbera 20 û 2 salî de qetil kir. Salih Muhammet ku duh bi kêrê hevsera xwe ya 20 salî Elif Muhammet qetil kir, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û sewqî dadgehê hat kirin. Muhammet, piştî li dadgehê îfade da hat girtin. Heyeta dadgehê Muhammed şand girtîgehê.