Mufetîş sextekariya hilbijartina DESOB’ê tespît kir

Derket holê ku di hilbijartinên Odeya Restoranvanan, Kebabvanan û Firoşkarên Şêrînahiyê yên girêdayî DESOB’ê de sextekarî û bêusulî hatiye kirin.

Derket holê ku di hilbijartinên Odeya Restoranvanan, Kebabvanan û Firoşkarên Şêrînahiyê yên girêdayî DESOB’ê de sextekarî û bêusulî hatiye kirin û ev ji aliyê mufetîşên ku ji aliyê Wezareta Bazirganî û Gumrukê ve hatin şandin ve, di encama lêkolîna 5 mehan de hat tespîtkirin.

Di tespîta ku hat kirin de, hat gotin ku sala bihûrî beriya hilbijartinên hatin kirin de derket holê ku endamtiya nêzî 200 kesî di 23’ê Kanûna 2013’an de hatiye paqijkirin. Mufettîş Mehmet Zafer Guneş, rapora ku amade kiribû pêşkêşî desteya jor, kir. Di encama nirxandina desteya jor de, tê gotin wê hilbijartinên odeyê bên betalkirin.

Li Amedê Odeya Restoranvanan, Kebabvanan û Firoşkarên Şêrînahiyê ya girêdayî DESOB’ê beriya hilbijartina 2’ê Sibata 2014’an divê 600 esnafî zêdetir dengên xwe bikar anîbûya. Lê ji van tenê 208 kesî dikarî dengê xwe bikar bîne. Li gorî îdîayan di 23’ê Kanûna 2013’an de ji ber bi nav, unvan û numarayên nasnameyên TC’an lîstîne bikaranîna dengan hatiye qedexekirin. 

WEZARETÊ DEST DANÎ SER

Hinek endaman li ser vê bêusulî û sextekariyê serî li Federasyona Sanatkar û Esnafên Tirkiyeyê (TESK) û Wezareta Bazirganî û Gumrukê da. Di îtîraza hat kirin de wezaretê mufetîş Mehmet Zafer Guneş peywirdar kir.
Guneş 5 mehan qeydên Odeya Restoranvanan, Kebabvanan û Firoşkarên Şêrînahiyê  lêkolîn kir.

Guneş da zanîn ku ji 600 endamî tenê 208 endamî deng bikar aniye û ji bo 392 endam jî dengên xwe bikar neynin, bi ewraq, nav û numarayên nasnameya wan a TC hatiye lîstin.  

Guneş raporek amade kir û da desteya jor. Hat hînbûn ku piştî biryara desteyê tê payîn ku wê hilbijartin ji nû ve bên kirin.

Her wiha hat hîn ku serokê Odeyê Abdurrahman Erçeke lê, li şûna wî Haşîm Elkaan odeyê bi rê ve dibe. Tevî ku rayeya wî tine jî Elkaan odeyê temsîl dike.