Mudurê girtîgeha Çewlikê û alîkarên wî ji wezîfeyê hatin girtin

Mudurê girtîgeha Çewlikê û alîkarên wî ji wezîfeyê hatin girtin

Der heqê fîrara 18 girtiyên ji doza PKK'ê yên li girtîgeha Çewlikê de, Wezareta Edaletê ya Tirkiyê mudurê girtîgehê, 3 alîkarên wî û karmendê sereke ji wezîfeyê girt.

Wezareta Edaletê ya Tirkiyê der barê fîrara 18 girtiyên siyasî yên PKK'ê ku bi kolandina tunelek ji 80 metreyî ji Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê duh derketibûn daxuyaniyek da. Wezareta Edaletê ya Tirkiyê da xuyakirin ku di çarçoveya lêpirsîna bûyerê de mudurê girtîgehê, 3 alîkarên wî û karmendê sereke ji wezîfeyê hatine girtin.