Mudaxelekirina Rojava tê wateya şerê navxweyî yê li Tirkiyeyê -ANALÎZ-

Piştî krîza li Yemenê Yekîtiya Ereban li Misirê li hev kom bû û biryar dan ku bi hev re tevbigerin. Pêkhateya bi pêşengiya Siûdî-Qetar-Misirê hat avakirin, li rastî desteka Tirkiyeyê hat.

Piştî krîza li Yemenê Yekîtiya Ereban li Misirê li hev kom bû û biryar dan ku bi hev re tevbigerin. Pêkhateya bi pêşengiya Siûdî-Qetar-Misirê hat avakirin, li rastî desteka Tirkiyeyê hat.

Bi awayekî hemwext û li gel hewldanên Tirkiyeyê hêzên radîkal ên El Qaîdeyî yên li Sûriyeyê di bin navê “Artêşa Fetîh” de bûn yek û Îdlib bi dest xistin.

Artêşa Azad a Sûriye (AAS) jî dest bi hevkariya bi hêzên girêdayî El Qaîdeyî re kir.

Li kantonên Kobanê û Cizîrê jî pevçûnên di navbera YPG û DAIŞ’ê de bê navber berdewam dikin.

NY konferansa bi rojeva Cenevreyê li dar dixe. Cara yekemîn wê Rêveberiya Xweser a Rojava weke aliyek ê hevdîtinan tevlî civîna ku wê 4-5 mehan berdewam bike û xebatên wê yên pêşî hatin destpêkirin, bibe.

 Civînên li Cenevreyê berdewam dikin. Li aliyekî din jî danê sibê jî pêşketinên girîng diqewimin.

Mudaxelekirina Sûriyeyê bi awayekî cidî tê gotûbêjkirin.

Projeya perwerdekirin-çekdaran li axa Tirkiyeyê destpê kir.

He wiha bi wêneyan aşkera bû ku dewleta Tirk madeyên kîmyewî yên ku di çêkirina teqemeniyan de tên bikaranîn ji DAIŞ’ê re dişîne.

Tê îdîakirin ku wê Yekîtiya Ereban bi pêşengiya Erebîstana Siûdî êrîşeke hewayî li hemberî Sûriyeyê pêk bînin.

Dewleta Tirk jî mijara “herêma tampon” ku tê wateya dagirkirina Rojava careke din hate rojevê.

Hedef ne Sûriye Rojava ye

Ev îdîaya balkêş ji aliyê Sekreterê Giştî yê CHP’ê Gursel Tekîn ve hat rojevê. Li gorî Tekîn Tirkiye wê tevlî tevgera li dijî Sûriyeyê bibe. Het aniha ne artêşa Tirk û ne jî hikûmeta Tirk ev îdîa nederewandiye.

Gelo ev yhmû tê çi wateyê?

Jixwe dema mirov lê dinêre sînorê Tirkiyeyê ji Sûriye zêdetir bi sînorê Rojava ve ye, ji ber wê jî mudaxele ne li dijî Sûriye, li dijî Rojava ye. AKPê ti caran destketiyên Rojava qebûl nekiriye û ji bo binketina Rojava hema bêje bi şeytan re jî îtîfaq kiriye û bûye hevkarên DAIŞ-El Nûrsa. Jixwe ramana serokên paralel ên AKP’ê Erdogan û Davutolgu yên li  hemberî staruya Rojava yek in. Di van demên dawiyê de ji ber bûyerên di nava AKP’ê de û mijara pêvajoya çareseriyê kesê diyar kir Erdogan e. Ji ber wê jî ger dewleta Tirk pêşengiya hemû kiryarên li dijî Rojava bike, divê mirov şaş nemîne.

Hevkariya Siûdî-Qetar-Tirkiye ya ku xwe dispêre feraseta mehzeban. Ev hevkarî jî wê pevçûnên mezhebî bigihînin sînorê Tirkiyeyê.

Li aliyekî din, ger dewlet Tirk mudaxeleyê Rojava bike, ev yek tê wê wateyê ku wê şer bigihe nava axa Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê.

Gelo pêkanînên li Tirkiye nîşaneya mudaxeleyê ne?

Em ji serhildanên gel ên Bakurê Kurdistanê yên rojên 6-8’ê Cotmehê yên bi armanca xwedîderkertina li berxwedana Kobanê encamên ku wê mijara dagirkirina Rojava ya ji aliyê dewleta Tirk ve baş nîşan dide. Tirkiye hatiye ber şereke navxweyî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mudaxeleyî kaosa li Tirkiyeyê kiribû û dawî li krîzê anîbû.

Hikûmeta AKP’ê pêvajoya çareseriyê cemidand, bûyerên dijwar ên di warê siyasî û operasyonên leşkerî de zêde dibin, her wiha provokasyon û hewldanên ji bo HDP li derveyê meclîsê bihêlin, hema bêjin êdî hewl didin şerek navxweyî bi xwe re bînin. “Qanûnên terorê” yên ku bi lez û bez ji aliyê Erdogan ve hat erêkirin, tê zanîn ku ji bo çewisandina serhildanên navxweyî hatine derxistin.

 Zextên li hemberî derdorên demokratîk û muxalîfan zêde dibin û zextên li hemberî wan pêk tên mirov dixe nava şik û gumanan.

Gelo AKP li aliyekê plan û hesabên Rojava dike, li aliyekî din jî ji bo çewisandina serhildanên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hesab û planan amade dike?

Ev bûyer ev yek nîşan didin.

Gel li Cenevre şantaja “temponê” heye?

Qebûlkirina Herêma Xweser a Rojava bi vexwendina nûnerên Herêma Xweser a Rojava bo Qesra Elisse destpê kir. Rêveberiya Xweser a Rojava ji bo Cenevreyê hate vexwendin. Gelo hewldanên dewleta Tirk di civîna Cenevre de li hemberî Kurdan zext û şantaj e? Ev pirs tê hişê mirov.

Berxwedana Rojava ya ku li rastî teqdîra hêzên navneteweyî û gelên cîhanê hat, bi awayekî yekser nayne dijberî xwe. Piştî li gel vê rageşiya di siyaseta Tirkiyeyê de, siyaseta PDK’ê ya li hemberî PKK’ê dijwar bûn, dijwar bû, hêzên pêşmerge ji Kobanê hatin vekişandin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî bi ajandeya “serxwebûnê” çû DYA jî em dikarin li encamên siyaseta dewleta Tirk zêde bikin.

Li Tirkiyeyê hilbijartinên di bin gefên şer de!

Hevserokê Konseya Rêveber  a KCK’ê Cemîl Bayik di hevpeyvîneke xwe de diyar dike ku bandorbûna Tirkiyeyê ya li ser herêmê tê wateya bibandorbûna DAIŞ’ê ya li ser herêmê. Ev yek nîşan dide ku wê hesabên “hêza” herêmî” ya dewleta Tirk li dijî Kurdan be.

 Ji ber wê jî siyaseta dewleta Tirk a li ser esasê dijberiya Rojava wê bandorê li hemû Bakurê Kurdistan û tevahiya Kurdistanê bike.

Ger AKP vê siyaseta xwe bixe pratîkê, em dikarin bêjin ku wê Tirkiye careke din tevlîhev bie. Senaryoyên têkildarî van pêşketinan di van demên dawiyê de derdikevin holê. Her wiha îdîaya ku dibêje “Ji ber ku tê zanîn wê AKP bi ser nekeve, wê hilbijartinan taloq bike” divê neyê paşguhkirin.

Bi heman awayî, li hilbijartinên Tirkiye ji bo Kurdistanê jî gelekî girîng in. Jixwe sînorên di navbera Bakur û Rojava de di her wateyê de hatine derbaskirin. Hema bêje her du parçe bûne yek. Dewleta Tirk li hemberî Rojava jî û Bakur jî heman siyasetê dimeşîne. Ji ber wê jî rêjeya dengan a ku wê HDP di hilbijaritnên 7’ê Hezîranê de bi dest bixin, ne tenê ji bo Bakur, wê ji bo Rojava jî gelekî girîng be.

Mudaxeleya Rojava wê bi xwe re şerê navxweyî bîne

Êrîşa ku wê li hemberî Rojava pêk bê û berxwedana li hemberî van êrîşan pêş bikeve, bingeha hilbijaritnê jî nayê xwendin. Ev yek tê wê wateyê ku wê DAIŞ axa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi kar bîne, wê demê jî wê Tirkiye xwe di nava şerek navxweyî yê dijwar de bibîne. Sernaryoyek ewqas har wê gelek tiştan ji AKP û Tirkiyeyê bibe.

Ji ber wê jî siyaseta dewleta Tirk a têkildarê Rojava ji bo pêşeroja Tirkiyeyê gelek diyarker be.

Xeta sor Rojava ye

Ji ber ku PKK jî û Rêberê wê Ocalan jî gelek caran dane zanîn ku Rojava xeta wan a sor e. Hesasiyeta gelê Kurd a li hemberî Rojava jî bi bûyerên 6-8ê Cotmehê yên li Bakurê Kurdistanê ye.

 Bi kurtî, Rojava ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû Tirk, Ereb û Farsan û  ji bo diyarkirina çarenûs û pêşeroja wan xwedî ciheke gelekî girîng e. Ji ber wê jî di serî de hêzên navneteweyî, Tirkiye, aktorên herêmê û siyaseta Kurd wê awa bidin Rojava.

Gelo wê dewleta Tirk şereke navxweyî bigire ber çavan? Em ê li bendê bin û bibînin. Lê bûyerên di rojevê de nîşan didin ku wê dewlet Tirk koza xwe ya herêma tempon bi kar bîne û wê di siyaseta xwe ya ji bo bêstatu hiştina Kurdan bidomîne.