MSD: Êrîşa Rûsyayê destekdayina terorê ye

MSD'ê êrîşa Rûsyayê ya li hemberî hêzên QSD'ê yên li Dêra Zorê şermezar kir û got, "Em êrîşên Rûsyayê şermezar dikin û dibêjin ku ev êrîş destekdayîna terorê ye. Her wiha em ji Rûsya dixwazin ku bi erka xwe ya şerê terorê rabe."

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), li ser êrîşa Rûsyayê ya li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek weşand û êrîş şermezar kir. 

Daxuyaniya MSD'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Bi nêzîkbûna rizgarkirina bajarê Reqayê û îlankirina Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêra Zorê û gundewarê wê ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ve, di demeke kurt de bi sedan gund, bajarok, bi hezaran jin, zarok, kalepîr ji zilma terorê hatin rizgarkirin.

Di heman demê de ku gelên me yê Dêra Zorê meclîsa xwe ya sivîl ava kir û şikandina moralê çeteyên DAIŞ û rizgarkirina navenda petrol ya Konîko, balafirên Rûsyayê careke din bombe li hêzên me barandin.  Da ku pêşveçûnên me sînordar bikin û zextê li ser çeteyên DAIŞ'ê kêm bike.

Em wekî Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk êrîşên Rûsyayê şermezar dikin û dibêjin ku ev êrîş destekdayîna terorê ye. Her wiha em ji Rûsya dixwazin ku bi erka xwe ya şerê terorê rabe. Di heman demê de bang li civaka navdewletî û alîgirên xwe yên Koalîsyona Navnetewyeî dikin ku fişarê li Rûsyayê bike da ku mîna van nêzîkatiyên carek din dubare neke. Ji ber ku êrîşên bi vî rengî krîza Sûriyeyê kûrtir dike û gelê Sûriyeyê dibe qurbaniyê van êrîşan."