MPKE'yê rapora li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê pejirand

MPKE'yê rapora bi navê "Hilbijartinên 24'ê Hezîranê di nava şert û mercên wekhev de nehatin kirin" bi piraniya dengan pejirand ku rapor li ser hilbijartinên li Tirkiyeyê hatiye amadekirin.

Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), rapora li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, piştî nîqaşa li civata giştî, pejirand.

Di raporê de hate ragihandin ku hilbijartinên li Tirkiyeyê di nava şert û mercên wekhev û bê alî de nehatine kirin, pêşniyarên ku MPKE, OSCE û Komîsyona Venedîkê bi salan e li Enqereyê dikin ji nedîtî ve hatine.

Di raporê de hate bibîrxistin ku namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş neçar maye bi rengekî girtî tevlî pêşbirka hilbijartinê bibe.

Beriya ku dengdan li ser raporê were kirin parlamenteran qala çavdêriyên xwe kirin û bal kişandin ser bêûsiliya li buroyên hilbijartinê yên li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Erzîrom û Amedê.