MPKE li Sûriyê 'agirbest' û 'rejîmeke laîk' dixwaze
MPKE li Sûriyê 'agirbest' û 'rejîmeke laîk' dixwaze
MPKE li Sûriyê 'agirbest' û 'rejîmeke laîk' dixwaze
Rapora Sûriyê ya ji aliyê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ve hat amadekirin, weke rojeva lezgîn di Civata Giştî de tê nirxandin. Di rapora ji aliyê raportorê MPKE yê Sûriyê hat amadekirin de bang hat kirin ku ne ji go hilweşîna rejîmê, ji bo guhertina rejîmê hewldan bên kirin.
Raportorê nû yê MPKE yê Sûriyê Bjorn Sydow ê Swêdî ku starta nîqaşan da destpêkirin da xuyakirin ku ji bo şerê navxweyî hîn bêtir veneguhere girêkeke kor û ji bo Sûriye bi pêşengiya Rûsya û DYE ji çekên kîmyewî xwe rizgar bike, pêwistî bi agirbesteke lezgîn a navbera rejîm û mûxalîfan de heye.
Li ser navê koma çep a MPKE endamê BDP'ê Ertûgrûl Kurkçu peyivî û got, "Li Sûriyê şerekî pir tirsnak tê jiyîn. Gelê Sûriyê berdêlekî giran dide. Ji bo hilweşîna rejîma Esad, Tirkiye û hin welatên cuda piştgirî dan cîhadîstên mîna El Qaîde û El Nûsra û hînê jî destekê didin."
Kurkçu bi gotina, "Ev yek dijminahiya navbera nasname, maf û baweriyan gur dike û bingeha jiyana bi hev re ji holê radike" xwest, dawî li vê rewşê bê anîn.
Raportorê MPKE yê Sûriyê Bjorn Sydow da xuyakirin ku beriya raporê amade bike, di Duşema derbasbûyî de bi yek ji nûnerên PYD'ê yên Ewropayê Hesen Şervan re hevdîtin kiriye. Sydow di rapora xwe de bi bendeke (paragraf) berfireh cih da encama vê hevdîtina bi PYD'ê re diyar kir ku Kurdên li Sûriyê bi armanca pêkhatina aştiyê dixwazin beşdarî hevdîtinên li Cenevreya 2. bibin, naxwazin axa Sûriyê perçe bibe û alîgirê rejîmeke laîk-demokratîk a ku mafên gelê Kurd nas dike, ne.
Di raporê de hat ragihandin ku ji sedî 9'ê şêniyên giştî yên Sûriyê Kurd in û hat destnîşankirin ku zimanên Kurdî, Suryanî û Ermenî çend ji zimanên girîng ên li Sûriyê tên axaftin in. Di raporê de hat diyarkirin ku xurtbûna tevgerên Îslamîstên Radîkal di nava civak û baweriyên cuda de bi awayekî rewa rê li ber fikaran vedike û tê xwestin ku ev rewş ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî ve li ber çavan were girtin. Konseya Ewropa jî ji bo pirrengî serdest bibe û qad ji komên radîkal re neyê hiştin, bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dike ku bikeve nava hewldanên pêwîst. Di raporê de tê destnîşankirin ku divê ne ji bo hilweşandina rejîmê, ji bo guhertina rejîmê kûrbûn û hewldan bên kirin. Tê payîn rapor bi dengdana îro re bê qebûlkirin.