Motorvanên Hollandî tevlî hêzên Kurd bûn
Motorvanên Hollandî tevlî hêzên Kurd bûn
Motorvanên Hollandî tevlî hêzên Kurd bûn
Sê endamên kuluba motorsîkletan a Hollandî ya bi navê “No Surrender” ji bo li dijî DAIŞ’ê şer bikin li Mûsilê tevlî hêzên Kurd bûn. Dozgeriya Hollandayê da zanîn ku kesên ku li dijî DAIŞ’ê tevlî şervanên Kurd bibin, wê neyên cezakirin.
Şefê Kuluba “No Surrender” Klaas Otto daxuyaniyek da televîzyona gelemperiyê ya Hollandayê NOSê û diyar kir ku sê endamên wan ên ji Rotterdam, Amsterdam û Bredali çûne Mûsilê.
Di wêneyek ku di Twitterê de hate belavkirin, tê dîtin ku endamekî koma motorvanan, heye û li ser destên wî deq hene, bi stûya wî ve kefî û cilên şervanên Kurd li ber in. Di vîdeoeyeke hatiye weşandin de heman kes dibêje “Motorvanên Hollandî tevlî şervanên Kurd bûn.”
Berdevkê dozgeriya Hollanda Wim de Bruin ji ajansa nûçeyan a Franse AFP re axivî û got: ‘’Berê tevlîbûna hêzeke çekdar weke sûc dihat dîtin û kesên tevlî dibûn dihatin cezakirin. Lê niha ne sûc e.”
Berdevk destnîşan kir ku “Nikarin tevlî şerekî li dijî Hollandayê bibin” û her çendî tevlîbûna hêzên Kurdan bi serê xwe ne sûc be jî, ger motorsîkletvan bi cinayet û tecawizê bên tawanbarkirin, wê lêpirsîn bê vekirin. Li hemberî vê yekê tevlîbûna DAIŞ’ê sûc e. Berdevkê dozger diyar kir ku DAIŞ terorîst e û amadekariya tevlîbûna DAIŞ’ê jî sûc e.