MLKP: Em li qadên Newrozê bibin yek!

Komîteya Navendî ya MLKP’ê ji bo bilindkirina ala azadî, edalet, wekheviyê û hesabpirsîna ji yên ku erdhej veguherandin komkujiyê, banga daketina qadên Newrozê kir.

Partiya Komunîst a Marksîst Lenînîst (MLKP) bi daxuyaniyek nivîskî Newroz pîroz kir û banga bilindkirina ala azadiyê ya gelê Kurd kir.

Peyama Newrozê ya Komîteya Navendî ya MLKP’ê wiha ye:

“Cejna gelê Kurd a azadiyê û banga wê ya têkoşîna ji bo azadiyê pîroz be. Newroz pîroz be!

Dewleta Tirk mêtinger û faşîst ji bo tunekirina destkeftiyên gelê Kurd hemûyan, kolekirina wê, di qirkirinê re derbas bike her tiştê xwe seferber kiriye. Leşkerên xwe ku bi armancek qirêj şandiye dagirkeriyê û ji bo gelê Tirk şermezariyek e, di erdheja mezin a 6’ê Sibatê de jî li cih ne livandiye û tevlî xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nekiriye. Em di şert û mercên wiha de ketin Newroza 2023’an.

Rejîma faşîst di Newroza 2023’an de ji bo domandina dagirkeriya li ser Herêmên Parastinê Medyayê ya li Başûrê Kurdistanê, êrîşên kîmyewî, sûcên şer ên bi bombeyên taktîk nukleer û êrîşên faşîst ên qirker, amadekariyên xwe zêde kir.

Em di şert mercên ku dagirkeriya Efrîn û Serêkaniyê; bombekirina Rojava, Şengal û Mexmûrê û komkujiyên ku bi wesayîtên hewayî hatin kirin de, ketin Newroza 2023’an.

Em di şert û mercên ku gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi fedakariya bi heybet û berxwedana lehengiyê; têkbirina artêşa Tirk a faşîst û mêtinger ku di aliyê fîzîkî û moral de derb xwarin; bi biryardariya berxwedana li Rojava û Şengalê bi hêz bûyî û serhildana li Rojhilat belavî Îran û Belûcistanê bûyî de, ketin Newroza 2023’an.

Şer bi awayek dijwarî dewam dike. Li aliyekê dewleta Tirk a mêgingerî, înkarker û faşîst, DYE ya emperyalîst, Îngilistan, Elmanya, Fransa, Rûsya, hevkar PDK û mêtingerên din ên herêmê; li aliyekê jî karker, jin, ciwan, xizan, kedkar û rêxistin û partiyên wan ên demokratîk, şoreşger, komunîst û hêzên gerîla ku li Kurdistan, Tirkiye, Sûriye û Îranê azadiyê dixwazin.

Ref eşkere ne. Ne pêkan e ku mirov di navberê de bimîne.

LI DIJÎ ÊŞKENCEYA TECRÎDÊ YA MÛTLAQ

Xwişk û birayên me!

Em li dijî qirkirin, dagirkerî û komkujiya dewleta Tirk a mêtinger, faşîst û înkarker ji bo bilindkirina ala berxwedanê li her çar parçeyên Kurdistanê, li dewletên herêmê û Ewropayê li qadên Newrozê werin bibin yek!

Em li dijî êşkenceya tecrîda mûtlaq li girtîgeha Îmraliyê; li dijî polîtîkayên taybet ên li ser Abdullah Ocalan, sirgûn û tecrîda ku li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê didomin û li dijî qedexeyên li ser weşan, pirtûk û postayan li qadên Newrozê bibin yek!

JI BO HESAB JI ŞEFÎTIYA FAŞÎST BIXWAZIN

Ji bo xwestina hesab ji rejîma şefîtiya faşîst ku ji bo tevdîrên erdhejê par ji budçeyê veneqetand, baca erdhejê li tevdîrên ji bo erdhejê na lê li çek û bombeyan xerc kir, ji bo çavkaniyeke malî ji bo şer, çekdarbûn û yekdestiyên kapîtalîst çêbike, efûya îmarê derxist, roja erdhejê xelkên me yên kedkar di bin kavilan de bêçare hiştin, helîkopter, balafir, detektorên termal û hêza mirovî bi tevger nekirin û kir ku bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin, bi sedhezaran kes birîndar bibin, bi milyonan kes zivistanê bêyî cih û war bimînin; em li qadên Newrozê bên ba hev!

Ji bo ji şefê faşîst Tayyîp Erdogan re û qesra wî ya spî ya hezar odeyî re ku li pey, plan, êrîş û dek û dolaban e ku daxwaz û vîna ‘Bicehime Tayyîp’ biçewisîne re, ji bo bibêjin ‘bicehime’ û ji bo nîşandana hêza afirîner a gelên me, em li qadên Newrozê bibin yek!

LI DIJÎ HEMÛ BÊEDALETIYAN

Li dijî xizanî, bihabûn, betalî, terora dewletê ya faşîst, zilma mêtinkar, kuştina jinan, sûcên pergala mêrserwer ên li dijî jinan, zextên MÎT û polîsên siyasî yên li dijî welatparêz, karkerên şoreşker û bindestan, li dijî sîxurkirinê, derxistina ji insanetiyê, hemû bêedaletiyên pergala kapîtalîst û rejîma şefîtiya faşîst, em li qadên Newrozê bên ba hev! Li tax û gundên xwe pîrozbahiyan organîze bikin.

JI BO YEKITIYA NETEWEYÎ YA ŞOREŞGER Û DEMOKRATÎK

Di serî de gelê Bakur û Başûr, bila gelê me yê li çar parên welêt ji bo xerakirina planên dewleta Tirk a faşîst, înkarker û mêtinkar ên dagirkerî, qetlîam û qirkeriyê, ji bo Newroza sala 2023’an di şerê azadiya neteweyî de veguherînin destpêka serdemeke nû, hêza xwe ji bo rakirina ser pêyan a ruhê welatparêz ê şoreşger û fedakariyê, badana zend û bendan ji bo ruhê yekîtiya neteweyî ya demokratîk;

em bang li gelên xwe yên Ereb, Tirk, Azerî dikin ku ji bo azadî, wekheviya bêkêmasî, edaleta civakî û zaliman bikevin milên gelê Kurd û li qadên Newrozê bibin yek, ji bo jiyaneke bi rûmet, adilane, bi bextewarî, bila têkoşînê geş bikin.”