MLKP'ê Newroz pîroz kir

Komîteya Navendî ya MLKP'ê Newroz pîroz kir û got, "Cejna rûmet û azadiyê ya neteweya Kurd Newroz li gelên herêmê hemûyan pîroz be."

Di peyamê de hate gotin, "Di demekê de ku sîstema kapîtalîst-emperyalîst mirovahî xistiye nava êşên giran û tirsên mezin, em Newroza 2020'an pêşwazî dikin."

MLKP'ê newekheviya karker, jin, xizanan, bêedaletî, talankirina xwezayê, şewba vîrûsa koronayê ji bo vê yekê weke mînak nîşan da û bi bîr xist ku Newroz di nava van şert û mercan de tê pêşwazîkirin.

Her wiha êrişên rejîma AKP-MHP'ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê jî hatin bibîrxistin û hate gotin, "Tevî van hemûyan Em Newroza 2020'an bi berxwedan û têkoşîna antî faşîst antî mêtingerî ya şoreşa Rojava û hêzên pêşverû û komunîst, demokratî pêşwazî dikin."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji ber şewba vîrûsa koronayê ew Newrozê bi girseyî pîroz nekin jî, bi komên kêmî 10 kesî divê li her deverê pîroz bikin, agirê Newrozê vêxin.