MKP'ê li dijî êrişên dagirker banga xurtkirina têkoşînê kir

Partiya Maoîst Komunîst (MKP) li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, banga xurtkirina têkoşîna yekbûyî kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya MKP'ê de hate gotin, "Êrişeke nû ya dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê heye. Dewleta 'TC' ku di dijminatiya li Kurdan de xwedî rabirdûyeke paqij nîne, li ser şopa berê ye û êrişî her tiştên bi navê Kurdîtiyê û neteweya Kurd dike."

MKP'ê bal kişand ser zextên li dijî HDP'ê, êrişên li ser destketiyên li Rojava û êrişên li dijî Mexmûr û Şengalê û diyar kir, "Li ser neteweya Kurd êrişeke nû ya dagirkeriyê heye. Bi kapasîteya xwe ya teknîkî ya leşkerî bombardûmanê li cih û warê mirovên Kurd dike û gelê sivîl qetil dike."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Her êriş wê refleksa li dijî faşîzmê jî bi xwe re bîne. Wê zemîneke xurtir ava bike ku girseyên gel û pêşengên wan bibin yek, wê rêxistiniya hevpar xurtir bike. Her êrişa faşîzmê wê têkoşîna li dijî faşîzmê jî xurt bike."

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Li dijî êrişên dagirkeriyê yên faşîzmê, em têkoşîna yekbûyî berfireh û xurt bikin. Sefer li Kurdistanê dibe lê serketin li dijî Kurdistanê nabe."