Mizrakli: Li dijî koronavîrusê divê komîteyên gel werin avakirin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê bijîşk Selçûk Mizrakli bi rêya parêzerên xwe peyam şand û got ku “Tevî sendîka û xebatkarên tendirustiyê yên ku bi KHK’ê ji kar hatine dûrxistin em dikarin komîteyên gel ava bikin.”

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê bijîşk Selçûk Mizrakli ji peywirê hatibû stendin û qeyyûm li şûna wî hatibû wezîfedarkirin, piştre hatibû girtin. Mizrakli ji Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê bi rêya parêzerên xwe peyamek şand.

Mizrakli diyar kir ku li dijî koronavîrusê Amed di serî de divê komîteyên gel werina avakirin û got ku “Tevî sendîka û xebatkarên tendirustiyê yên ku bi KHK’ê ji kar hatine dûrxistin em dikarin komîteyên gel ava bikin. Bi rêya tecrube û zanîna wan em dikarin derbarê tendirustiya gel xebatan bikin. Divê em hemû derfetên xwe bînin ba hev û li her qada jiyanê geş bikin.

Li hemberî jiyana bê tendirustî ya ku modernîteya kapîtalîst li ser me ferz dike em dikarin jiyana bi tendirust a modernîteya demokratîk ava bikin. Em dikarin li mala xwe sîrkeyên xwezayî çêkin. Ev sîrke wê hîjyenîk jî bin. Em dikarin vê sîrkeyê di warê paqijiyê de jî bi kar bînin.

Em dikarin li hemberî van şewban hevgirtin û rêxistinbûna xwe xurt bikin. Bi hevgirtin, berxwedan, bawerî, ked û hêviyê em ê van rojên dijwar derbas bikin.”