Mislimanên dijkapîtalîzmê tevli mîtînga bîranîna Sêwasê dibin

Mislimanên dijkapîtalîzmê tevli mîtînga bîranîna Sêwasê dibin

Mislimanên dijkapîtalîzmê ku bi pankarta ‘Em ji bo yekitiyê hatin’  dê tevli mitînga Kadikoyê ya ji bo Komkujiya Sêwasê pêk hatin bûn dê tevli mîtînga di 2’ê Tîrmehê ya li Sêwasê pêk tên jî bibin.

Komeleya Pîr Sultan Abdal bi wesîleya Komkujiya Sêwasî li Kadikoyê mîtînga ‘Me ji bîr nekir, emê jibîr nekin’ pêk anîn û Mislimanên dijkapîtalîzmê jî tevli bûn.

Mislimanên dijkapîtalîmzê alên bi nivîsa ‘Xweda, nan û azadî’ hildan bi pankarta ‘Em ji bo ketiyê hatin’ piştgirî dan daxwazên Elewiyan.Berdevkê demî yên Mislimanên dikapîtalîzmê Ozgur Kazim Kivanç pirsên ANF’ê bersivand.

Kivanç da zanîn ku feraseta wan ya Îslamî eve ku ligel bindestan cih bigirin û wiha got: “Li dijî bûyerên li Madimaqê pêk hatin, li dijî serdestan wek seknekî em îro ligel Elewiyane.”

Kivanç detnîşan kir ku ew ji ber ku tevli mîtîngê bûne rastî  bertekên erênî hatine û wiha got: “Me got em ji bo yekitiyê hatine vir. Bertekên gel pir erênî bû. Ji ber ku em li virin, em gelek kêfxweşin.

Kivanç anî ziman ku ew dê di 2’ê Tîrmehê de li Sêwasê bin û got: “Em dikarin bi berfirehî tevli bibin lê em li ser navê mislimanên dijkapîtalîzmê çend hevalan dişînin.”