Misir: Ya ku li Efrînê dibe dişibe Qirkirina Ermeniyan

Parlamentta Misrê ragihand, îmha û sirgûnên ku Tirkiye li Efrînê dike dişibin Qirkirina Ermeniyan.

Komîteya Parlamentê ya ji meseleyên li welatên Ereb berpirsyar e daxuyaniyek da û destnîşan kir ku dagirkirina Efrînê "paqijkirina etnîkî" ye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî Kurdên li Rojava û Başûrê Kurdistanê paqijiya etnîkî tê kirin û diyar kir, êrîşên Tirkiyeyê yên li Efrîn û Şengalê li dijî serxwebûna Sûriye û Iraqê ne.

Komîteyê bal kişand ser komkujî û sirgûnên di dema dagirkirina Efrînê de hatin kirin û ragihand, ev yek gelekî dişibe yên dema Qirkirina 1915'an a li dijî gelê Ermenî. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev îmhayên girseyî, gelê Ermenî yê ku di dema Yekemîn Şerê Cîhanê de ji aliyê Osmaniyan ve hatin qirkirin tîne bîra mirovan."

Komîteyê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku ji Tirkiyeyê bixwaze ku leşkerên xwe ji Sûriye û Iraqê vekişîne. Her wiha hate gotin, bêdengiya li pêşberî dagirkeran cihê xemgîniyê ye.