Mirovên navdar ên cîhanê wê biçin Îmraliyê - TAYBET

Di salvegera 18. a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, bi serokatiya Essa Moosa, wê heyetek ji 11 kesan a mirovên li cîhanê navdar biçin Îmraliyê.

Di salvegera 18. a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, bi serokatiya Essa Moosa, wê heyetek ji 11 kesan a mirovên li cîhanê navdar biçin Îmraliyê. Parêzerê Mandela Moosa da xuyakirin, ku ji bo pêvajoya aştiyê ya xitimiye ji nû ve were destpêkirin, ew dixwazin biçin Îmraliyê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê bi komployeke navneteweyî re di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyeyê, ev 18 sal in di nava mercên tecrîdê de li Girava Îmraliyê tê ragirtin. Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û bidawîbûna şerê li Bakurê Kurdistanê, bi serokatiya parêzerê Nelson Mandela Essa Moosa ku di heman demê de endamê Hewldana Aştî û Lihevkirinê ya Navneteweyî wê heyetek navneteweyî di 14'ê Sibatê de biçe Girava Îmraliyê. Heyet wê 3 rojan hevdîtinan bike. Piştî hevdîtinên bi rayedarên HDP, CHP û AKP'ê wê ji bo hevdîtina bi Ocalan re roja 16'ê Sibatê biçe Gemlîkê.

Di nava heyetê de tevî Essa Moosa ev nav cih digirin: Nivîskar û lîstikvana Amerîkî Janet îehl, ji Kanadayê Damezrînerê Enstîtuya Ekolojiya Civakî ya Navneteweyî Dîmîtrî Roûsseopoûlos, ji Îngilîstanê Hîndekarê Zanîngeha Leeds Federîco Ventûrînî, Hîndekarê Zanîngeha Cambrûdge Dr. Thomas Jeffrey Mîlye, ji Îngilîstanê aktîvîsta edaleta civakî Dr. Radha D'Soûza, Parlamenterê Meclîsa Federal a Elmanyayê Andrej Hûnko, ji Norwêcê nivîskar û tercûmanê Weşanxaneya New Compass Eîrîk Eîgland, ji Parlamenta Venezûelayê Edgar de Jesûs Lûcena Gonzalez, Serokê Komîsyona Aştî û Edaletê ya Parlamenta Îngilîstanê Joe Ryan û Wezîrê berê yê Çandê yê Edvatorê Francîsco Velasco Andrade.

JI WEZÎRÊ EDALETÊ YÊ TIRK RE NAME HAT ŞANDIN

Serokê heyetê Essa Moosa ji Wezîrê Edaletê yê Tirk Bekîr Bozdag re nameyek nivîsand û ji bo sedema çûyîna xwe ya Girava Îmraliyê got, "Mîna ku Serok Nelson Mandela pêk anî, em di wê baweriyê de ne ku Ocalan jî dikare li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd roleke gelekî girîng bilîze. Lewma em dixwazin biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin."

'REWŞA OCALAN Û MANDELA YEK E'

Essa Moosa di dewama nameya xwe de destnîşan kir, ku ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştiyê pêwîstî bi başkirina şert û mercên Ocalan tê de ye heye û Ocalan şiband lîderê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela. Moosa mînaka ji ber nameya Nelson Mandela di 21'ê Tebaxa 1989'an de jê re şand, pêşkêşî Bekîr Bozdag kir.

Di wê nameyê de wiha dihat gotin: "Essa yê hêja; di nava 26 salên dawî de hevalên li derdora me ji me re bûn alîkar û hêvî dan me. Ez hurmetên xwe pêşkêşî ekîba we ya bijarte dikim."

Essa Moosa armanca şanda vê nameyê jî wiha bilêv kir: "Tevî ewçend şert û mercên zehmet jî Mandela ji bo aştiyê têdikoşiya û tawîz ji vê neda. Rewşa Ocalan jî niha bi heman rengî ye."

'EM DIXWAZIN BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKIN'

Essa Moosa di nameya ji bo Bekîr Bozdag de da zanîn, ku weke Dadgehê Dadgeha Bilind a Afrîkaya Başûr, li ser navê şandeyeke ji aliyê polîtîk, çandî û cemaweriyê ve hêja, ew vê nameyê jê re dinivîsîne û bal kişand ser van xalan:

"Şande dixwaze bi vê serdana Tirkyeyê re şerê piştî xerabûna pêvajoya aştiyê rû da bi dawî bibe û tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike. Ji bo vê jî dixwaze Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û lîderê dildar ê gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ziyaret bike. Çawa ku Nelson Mandela lİ Afrîkaya Başûr pêk anî, em di wê baweriyê de ne ku Ocalan jî li Tirkiyeyê dikare di çareseriya pirsgirêka Kurd û pêvajoya aştiyê de roleke gelekî girîng bilîze. Şandeya me dixwaze di 16'ê Sibata 2016'an de Girtîgeha Îmraliyê ziyaret bike, lewma destûrê dixwaze. Em dixwazin ev serdan pêk were."

Moosa diyar kir, beriya çûyîna Girava Îmraliyê ew dixwazin bi Bozdag re hevîtinê bikin û got, "Piştî serdana Îmraliyê jî em dixwazin bi we wezîrê edaletê re civîneke agahdarkirinê lidar bixin. Em dixwazin di vê civînê de nêrînên Birêz Ocalan ên li ser pêvajoya aştiyê ji we re ragihînin."

'MIN LI GIRAVA ROBBENÊ EW PARAST'

Essa Moosa bal kişand ser xebatên Nelson Mandela ên li Girava Robbenê hevdîtinên aştiyê dikir û ev yek bibîr xist: "Ez parêzerê Birêz Mandela û hevalên wî yên li Girava Robben û Cape Town bûm. Weke delîla vê yekê jî ez nameya Mandela ya beriya berdana ji girtîgeha Vesterê di 21'ê Tebaxa 1989'an de ji min re şandibû, ji we re dişînim. Ji sala 2014'an heta sala 2015'an min pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê şopand. Ji serdana min a dawî ya li Tirkiyeyê ji Hezîrana 2014'an û vir ve, asta heyî ya pêvajoya aştiyê û pêknehatina muzakereyeke mayînde, cihê xemgîniyê ye."

Moosa da zanîn ku armanca wan, bidawîbûna şerê li Tirkiyeyê û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd e. Lewma dixwazin biçin Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin.

'BI DEHAN NAVÊN NAVDAR DESTEKÊ DIDIN HEYETÊ

Ji gelemperiya cîhanê gelek mirovên navdar ên ji qadên zanistî, huner û siyasetê destekê didin heyeta ji 11 kesan a dixwaze biçe Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bike. Çend ji van navan jî ev in:

Prof. Noam Chomsky, Tariq Elî, Prof. Davîd Graeber û John Holloway, Mauro Palma, Dr. Felîx Padel, Baroness Helena Kennedy, Baroness Jenny Jones, Mark Thomas, Jeremy Hardy, Dr. Dafydd Iwan, Dr. Bîll Bowrîng, Mîke Mansfîeld, James Kelman, Brûce Kent, Dr. Derek Wall, Bert Schoûwenbûrg, Stephen Smellîe, Nîck Hîldyard, Loûîse Chrîstîan, Tony Sîmpson, Ara Sarafîan, Alastaîr Lyon, Matt Foot, Bronwen Jones, Johannes de Jong û Feroze Mîthîborwala.