Milîsên KBDH’ê li dijî Otela Bern a li Stenbolê çalakî lidar xistin

Milîsên Delîla Meyaser ên KBDH’ê, ragihand ku wan agir berdane depoya malzemeyan a li jêrzemîna Otela Bern a li Stenbolê.

Milîsên Delîla Meyaser ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH), têkildarê çalakiya xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand. Milîsên KBDH’ê gotin, “Li dijî dagirkerî û îxanetê, wan di 25’ê Tebaxê de depoya malzemeyan a li jêrzemîna Otela Bern a li kolana Guranî ya navçeya Fatîh a Stenbolê dane ber agir.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di çalakiya bersivdayînê ya ji bo Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ên li Silêmaniyeyê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatin qetilkirin de, depo bi temamî şewitî û hat tesbîtkirin ku turîst ji otelê derketine.”

Mîlîtanê KBDH'ê got, "Rejîma mêtinger a faşîst a AKP-MHP'ê her çendî di serî de pêşengên têkoşîna azadiya jinê dike hedef jî, ev şer li dijî hemû lêgerînvanên azadiyê û têkoşerên wê ne. Li dijî hemû jinan êrîşên plankirî û fealiyetên şerê taybet pêk tîne. Rejîma dewleta Tirk a mêtinger û her kesên ku şirîkên vî şerê qirêj in, wê berdêla van êrîşan bidin."