Milîsên HBDH li Stembolê li dijî 2 wesayîtên polîsan çalakî kirin

Milîsên HBDH’ê ragihand ku roja 4’ê Kanûnê li Stembolê li dijî polîsan ku weke “dijminê gel” tê pênasekirin çalakiyek pêk anîne û wesayîtên polîsan derb kirine.

Di daxuyaniya ku li ser navê Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ev agahî hate dayîn: “Li Sefakoy a Stembolê li dijî hêzên bi ûnîform ên faşîzmê ku bi navberên diyar dewriye diavêtin, li dijî dijminê gel ango polîsan, weke milîsên HBDH’ê me di 4’ê Kanûnê saet nêzî 00:35’an de çalakiyeke çekdarî pêk aniye. Wesayîta ku 2 polîs têde bûn ji aliyê milîsên me we hatiye derbkirin, di dema çalakiyê de polîsan bi lez ji cihê çalakiyê birevin.”

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Hêzên polîs ên ku îro armanca wan serdegirtina ser mal û saziyên gelan û kedkaran e, bi gaz û copan êrîşî çalakiyan dikib, bi êşkence û sîxorkirinê terorê çêbikin, bi împratoriya tirsê temenê faşîzmê zêde bikin, dewriye digirin; li hemberî hêzên şoreşger revîne. Wê pir dirêj neajo ku faşîzma qesrê û hevkarên wê ya ku diparêzin jî birevin.”

Milîsên HBDH’ê ev gotin: “Wê sala 2020’an bibe sala ku HBDH hê mezintir û xurttir bibe. Şerê berxwedaniya li dijî faşîzmê hê bihêztir bimeşîne û mezin qezenc bike.” Di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî hatin dayîn:

“Weke ku li her deverê dunyayê heye li welat û herêma me jî pêla îsyanê ya li dijî pergala emeryalîst-kapîtalîst mezintir û xurtir dibe. Şoreşa Rojava ya ku hewl didin di nava êrîşên dagirkerî û hêzên emperyalîst de bifetisînin, bi berxwedenayeke bê hempa ya xwe dispêre hêza cewherî a gelan û şoreşgerên enternasyonalîst didome û hebûna xwe bihêz dike. Her wiha di welatê me de berxwedanên karkeran, çalakiyên jinan û bertekê wêrek ên ciwanan ku li dijî faşîzmê meydan dixwînin her ku diçe bilez zêde dibin mizgîniya serdemekî ye. Gelên ku êdî naxwazin di bin siya faşîzmê de bijîn êdî li rêyekî ya ku li dijî wê îsyan bike digere. Di wê lêgerînê de HBDH ji bo gelan û çîna karkeran rêyekî nû wedike ku ew jî rêxistinkirina berxwedana çekdarî ya yekgirtî ye ku zimanê faşîzm lê têbigihîje ye û li dijî faşîzmê hemleya teqez û tineker e.”

Metropolên Tirkiyê ku weke baxçeya li pişt faşîzmê fêhm dikin û piştewanên faşîst ku têde xwe bi cîhkirine, piştî çalakiyên me yên şoreşgerî ku her rojê nediyare ka wê li kû derê de bê, bi lez wana dikêşîne nava panîkê. Em hemû hêzên ku Îro bi berxwedaniyên peleyî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê îsyan dikin dawet dikin ku di nava refên Tevgera Şoreşgerî ya Yekgirtî de cîh bigirin û tevlî berxwedana hevbeş a topyekun bibin.”